Jinan bang li Mehmet Begît kir: Îstîfa bike

Jinên li ber Şaredariya Bêrecûkê li hev civiyan, ji Mehmet Begît ê ji DEM Partiyê îstîfa kir bang kirin gotin: “Hûn nikarin bi helwesta xwe ya çeteyî vî gelî bitirsînin. Ger nexwazî di bîra gel de weke rûreşan bê bibîranîn îstîfa bike.”

Riha- Mehmet Begît ê li navçeya Bêrecûka Rihayê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) weke hevşaredar hatibû hilbijartin di 29’ê Nîsanê de îstîfa kiribû. Bertekên li dijî Begît didomin. Meclisên Jinan ên DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Riha û navçeyên wê û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber avahiya şaredariya navçeyê hatin ba hev. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya û parlamentera Sêrtê Sebahat Erdogan û hevşaredarên jin ên herêmê yên bajar û navçeyan tevli bûn.

Di daxuyaniyê de pankarta “Ji xespa vînê re na. Begît heke şeref û rûmeta te hebe îstîfa bike” û “Mirov her tiştê xwe difiroşe xwe nafiroşe. Begît îstîfa bike” hat vekirin û dowîzên “Derdê me Bêrecûk e, dertê te rant e”,“Ji diziyê prîm nîn e, îstîfa bike” hatin hilgirtin.

‘Em ê pêşî li dizan û xiyanetê bigirin’

Hevşaredara Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya Manas di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Em ê pêşî li dizan û xiyanetê bigirin. Em ê di têkoşîna xwe ya mafdar de heta bigihîjin serkeftinê li vir bin. Bila her kes bizanibe ku ev gel dê heta dawiyê xwedî li vîna xwe û partiya xwe derkeve.”

‘Ger nexwazî di bîra gel de weke rûreşan werî bibîranîn îstîfa bike’

Bêrîvan Îlkaya Manas, banga “Ev şaredarî ya gel e, vîna gel e. Birûmet tevbigere û îstîfa bike” li Begît kir, ev tişt gotin: “Kesê ku rêgezên rêveberiya partiya me, bi taybetî hevserokatî, rêveberiya zelal û gelparêziyê qebûl neke û sozên xwe pêk neyne, nikare bi vî gelî û endamên me yên meclisê re bimeşe.”

Bêrîvan Îlkaya Manas, da zanîn ku welatiyên tevli daxuyaniyên çapemeniyê dibin ji aliyê Begît ve gef li wan tê xwarin û wiha domand: “Hûn nikarin bi helwesta xwe ya çeteyî û bi gotinên xwe çavên vî gelî bitirsînin. Heke nexwazî di bîra gel de weke rûreşan werî bibîranîn îstîfa bike.”

‘Hevalên me hem xwedî li rûmeta xwe derketin hem jî vîna gel parastin’

Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya piştre axivî, banga xwe ya îstîfayê dubare kir. Adalet Kaya, diyar kir ku helwesta ku Begît daniye holê partiya wan û feraseta şaredariya gelparêz hedef digre û wiha got: “Ev nayê qebûlkirin. Ev yek ji aliyê hemû gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê ve hat dîtin. Begît bi teklîfa bertîlê ya li hevalên me yên endamên meclisê û şantajê xwestiye riya bêrûmetiyê veke. Lê hevalên me hem xwedî li rûmeta xwe hem jî xwedî li vîna gel derketine.”

‘Em ê rê nedin nelirêtî û diziyên wî’

Adalet Kaya, destnîşan kir ku weke Meclisa Jinan a DEM Partiyê dê xwedî li vîna gel derkevin û ev tişt got: “Ne tenê gelê Bêrecûkê çav û guhên hemû Kurdan li vê derê ye. Em vê xiyanetê, bi rûreşiyê bi bîr tînin. Em bang li Begît û kesên pê re dikin ku demildest îstîfa bikin. Em ê rê nedin nelirêtî û diziyên we.”