Navenda Nûçeyan- Rêxistina Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê, têkildarî binçavkirina jina Kurd Ezîze Mûradiyan a ji Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, jina Kurd ya binavê Ezîze Mûradiyan ku ji gundê Tengîser ê ser bi bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û nîşteciha Merîwanê ye, dema ku li ser karê xwe bû, ji aliyê hêzên îstixbarata Îranê ve hate binçavkirin. Li gor daxuyaniyê nayê zanîn Ezîze ber bi kîjan navenda îstixbarat an girtîgehê ve birine.
Her wiha, hate ragihandin ku Ezîze Mûradiyan bêyî fermana dozger hatiye binçavkirin û heta niha destûr nehatiye dayîn ku malbat û parêzerê wê pê re hevdîtinê bike.




