“Jîna jî weke Denîz ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin”
Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz diyar kir ku li Îranê Jîna Mahsa Amînî weka keça wê ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin û bal kişand ku bêtehemulî li dijî jinan heye, ji bo vê yekê jî banga têkoşînê li jinan kir.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Elih – Bertekên li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Mahsa Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve her diçe zêde dibin. Li kolanên Îranê jin bi dirûşma “Jin jiyan azadi” ji roja bûyerê ve heta niha li ser piyan in. Jinên Kurd banga desteka ji bo jinan û yekitiyê kirin.
“Jîna jî weka keça min Denîz e…”
Yek ji kesên ku bertek nîşanî qetilkirina Jîna Emînî da, dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz a ku sala derbasbûyî li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê ji aliyê Onur Gencer ê têkiliya wî bi SADAT’ê re hebû hat qetilkirin e. Fehîme Poyraz diyar kir ku jinên Kurd ji ber zana bûne û daxwaza azadiyê dikin tên qetilkirin û sersaxî ji malbata Jîna Emînî re xwest.
“Tehemula wan ji jinên zana û berxwedêr re tune ye”
Fehîme Poyraz diyar kir ku qetilkirina Jîna Emînî hemû jinan xemgîn kiriye û got: “Li ser jinan zulm û zorî heye, em kesên vê yekê kirine şermezar dikin. Her diçe zêdetir jin tên qetilkirin, çima ji ber ku berxwedêr û serbilind in. Ji ber vê îşkence li jinan dikin. Weke Jîna Emînî û Denîz Poyraz bi hezaran jin tên qetilkirin. Ji ber ku li mafên xwe digerin, tên qetilkirin, ji bo çavên jinan venebin û rastiyan nebînin, li azadiya xwe negerin çi ji destên wan tê dikin.”
“Jin ji aliyê dewletê ve tên qetilkirin”
Fehîme Poyraz got ku weke Denîz Poyraz û Jîna Mahsa Emînî, bi hezaran jin ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin û bal kişand ku ev qetliam dê bi yekitî û têkoşîna jinan bi dawî bibin. Fehîme Poyraz diyar kir ku serhildana jinan a li Îranê, hêzê daye wan û wiha got: “Divê jinên Kurd rabin serhildanê, pêşî li qetilkirinê bigrin. Jin jiyanê ava dikin, ji bo jiyan tune nebe divê em bi hev re têbikoşin. Hemû jinên tên qetilkirin ji bo min weke Denîzê ne. Ev jin zane ne û Kurd in loma dibin hedefa dewletan.”