‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Serdeştê deng veda

Duh xwendekarên bajarê Serdeştê careke din bi girseyî daketin qadan û ji bo girtina mafên xwe yêm rewa nerazîbûn nîşan dan.

Navenda Nûçeyan – Roja 9’ê Mijdarê xwendekarên bajarê Serdeştê careke din daketin qadan û dirûşm avêtin, nerazîbûnên xwe li hemberî hêzên rejîmê nîşan dan û piştgiriya xwe ya ji bo şoreşê diyar kirin. Xwendekar her roj di saet 5:30’an de piştî dibistanê nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Roja Çarşemê li ser riya Merxan a Serdeştê ji bo hevsoziya çilrojiya şehîdên Zahîdan carek din xwendekaran agir pêxistin û tekelên wesayîdan şewitandin. Xwepêşander bi dirûşmên ‘Jin jiyan Azadî’ qêriyan, temenê xwendekarên beşdarî xwepêşandanan bûn, di navbera 15-20 salî de bû.

Piraniya rojên hefteyê li dijî zilm û neheqiyê gel dadikeve qadan, piraniya kesên ku derdikevin kolanan piştî şoreşa sala 1978’an ji dayik bûne. Lê belê vê sîstemê nikaribûye sîstem pergala xwe li ser Kurdistanê berdewam bike û her dem xwestiye gel bêdeng bike.

‘Ger azadî hebûya wê jiyana ciwanan baştir bûya’

Yek ji şahidên wê demê wiha got: “Dema temenê min biçûk bû, weke wan ji bi nerazîbûnan dadiketin qadan, dema ku min baz da lingê min şikest. Îro em van ciwanan dibînin bandor li ser min dike û ez gelek bi wan serbilind im, ji ber temenê wan gelek ciwan e, ez gelek kêfxweş im ku ew natirsin û daketine qadan. Ji aliyek din ve jî ez dua dikim ku ev ciwan nekevin destên hêzên rejîmê. Ger azadiya me hebûye dê reng û jiyana van ciwanan baştir bûya.”

Xwepêşandêran dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ û berxwedan bilind kirin hêzên rejîma Îranê ji bo qutkirina dengê wan xwestin xwepêşanderan belav bikin lê tevî hemû zext û êrîşan jî ciwan ji qadan belav nabin. Li gorî raporan girtina hejmarek zêde ya xwendekaran ji aliyê hêzên rejîma wezîrê perwerdeyê Yusuf Nurî ve hatiye diyarkirin lê belê daneyên rast û hurgulî nehatin dayîn.

Yek ji bingeha vê şoreşê hêza ciwanan e ku li ber deriyê berpirsên hikumetê rawestiyane û daxwaza mafên xwe dikin û dirûşmên “Ji dîktator re mirin”, “Jin Jiyan Azadî” diavêjin.