Jin dê bi daxwaza ‘Cîhana bê stargeh’ li Amedê kom bibin

Komcivîn 25’emîn a Stargehan dê li Amedê were lidarxistin. Komcivîna ku Komeleya Jinan Rosa jê re mazûvaniyê dike bi beşdariya hevgirtî û saziyên jinan pêk tê.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Komcivîna yekemîn di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Jinan di sala 1998’an de hatibû lidarxistin. Îsal Komcivîna 25’emîn a Stargehên Jinan û Navendên Piştgiriyê dê li Amedê were lidarxistin. Komcivîna ku dê bi sernavê “Polîtîkayên dewletê yên xwe dispêrin malbatê, têkoşîna li dijî şîdeta mêr çawa qels dike” tê lidarxistin; ji bajarên cuda dê bi beşdariya saziyên civaka sivîl û 350 jinên ku di saziyên giştî de dixebitin pêk were. Komcivîn dê bi daxwaza “Cîhana bê stargeh” di roên 12, 13 û 14’ê Mijdarê de were lidarxistin.

Komeleya Jinan Rosa dê mazûvaniyê ji komcivînê re bike

Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Jinan Rosa Rûken Ergunek der barê komcivînê de diyar kir ku sazî û rêxistinên ku cihê xwe di têkoşîna jinan de digrin dê tevlî komcivînê bibin. Komcivîna ku dê li otêla Green Parkê were lidarxistin, roja pêşîn axaftinên vekirinê dest pê bike. Roja duyemîn bi atolyeyan bidome û roja dawî di bi danezana encamnameyê were amadekirin û bi dawî bibe.

Piştî 10 salan careke din li Amedê tê lidarxistin

Rûken Erguneş, têkildarî komcivînê ev agahî dan: “Komcivîn stargehan salê du caran tê lidarxistin, yek jê ya sereke yek jî ya navberê ye li bajarên cur be cur pêk tê. Ev komcivîn ji saziyên hevgirtî yên têkildarî şîdeta li ser jinan dixebitin pêk tê. Ji aliyê Weqfa Mor Çati ve tê organîzekirin, îsal jî weke yek ji saziya vê hevgirtinê Komeleya Jinan Rosa em ê mazûvaniyê jê re bikin. Piştî 10 salan careke din li Amedê tê lidarxistin, ev yek hem ji bo hem jî jinên ku ji bajarên din werin heyecanê çêdike.”

Dê li ser gelek mijaran atolye werin lidarxistin

Di komcivînê de jinên ku di qada xwe de pispor in û her wiha yên xwedî tecrube ne amade bin dê li ser polîtîkayên li dijî jinan û pêşniyarên çareseriyê yên têkildarî van polîtîkayan nîqaş bikin. Rûken Erguneş da zanîn ku dê hem balê bikşînin ser pirsgirêkên jinên li Kurdistanê hem jî tevahî Tirkiyeyê û wiha domand: “Komcivîna Stargehan weke platformek e ku li ser şîdeta li dijî jinan xebatan didomîne û ji bo ku saziyên jinan têkildarî vê yekê polîtîkayên xwe diyar bikin û tecrubeyên xwe parve bikin tê lidarxistin. Di vê komcivînê de roja destpêkê hemû hevgirtî li ser mijareke ku di komcivîna navbere de hatiye nîqaşkirin û pêdivî pê hatiye dîtin, tê axaftin. Di roja duyemîn de jî dê atolyeyên li ser şîdeta zayendî, atolyeya stargehan, polîtîkayên şerê taybet, gihîştina edaletê û hemû mijarên li ser jin û zarokan werin lidarxistin.”

Dê ji bo pêşîgirtina qetilkirina jinan li ser riyên çareseriyê dê nîqaş werin kirin

Rûken Erguneş da zanîn ku dê komcivîn piştî encamnameyê bi dawî bibe û wiha bi dawî kir: “Kesên ku di vê mijarê de xebitîne di tevli bibin. Ji bo encamnameyê em dikarin bibêjin ku dê rewşa li Tirkiyeyê ya heyî herî baş tê de were îfadekirin. Di li ser sedemên zêdebûna cînayetên jinan were rawestîn û li ser çareseriyê nîqaş werin kirin. Li ser çawaniya polîtîkayên heyî pêşniyar werin kirin û hewl were dayîn ku şîdeta li ser jinan baştir were dîtin û tedbîrên li dijî wê werin girtin. Lê em dizanin heta ku polîtîkayên dewletê neyên guhertin ev yek dê neyê çareserkirin.”