Jin bi awayek çalak di şaredariyan de cih digrin
2’yemîn Konferansa Şaredariyên Bakûr û Rojhilatê Sûrî ya jin bi awayekê çalak tê de cih digrin, bi nîqaşên girîng ên avakirina şaredariyên gel ên demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê hat lidarxistin.

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Duh 2’yemîn Konferansa Şaredariyên gel yên demokratîk, ekolojîk, azadîxwaz a jinê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li Hola Serdem ya taxa Mişêrfê a bajarê Hesekê hat li dar xistin. Di konferansa ku 450 delege amade beşdar bûn de Kongera Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Yekîtiya Jinên Suryan, Yekîneyên Parstina Jin (YPJ) û QSD’ê, Hevseroka Kantona Hesekê, Rêvberiya Xweser, saziyên civaka sivîl û Yekîtiya Jinên Ermen jî wekî mêvan beşdarî konferansê bûn.
Ji sedî 50 jin di şaredariyan de cih digrin
Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê 132 şaredarî ji bo xizmeta civakê hatine avakirin, tê de gelek beş hene hemû jî ji bo pêkanîna xizmeta civakê hatine bi rêxistinkirin. Hijmara karmendên şaredariyan ên herêma Cizîrê 5 hezar û 172, herêma Firatê 853, Minbic 585, Tebqa 954, Reqa 1867, Şehba 723 û Dêrezor 2 hezar û 336 in ku ji sedî 50 zêdetir jin cihê xwe tê de digre û rolek xwe bingehîn dilîze.
Konferansa ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, li ser nav bi axaftina Rêvberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi axaftina Hemdan El- Ebid dom kir. Hemdan El- Ebîd a anî ziman ku armanca bingehîn a şaredariyan xizmeta civakê ye, destnîşan kir ku li dijî êrişên li ser heremê tê pêkanîn û got birêxistinbûna xwe emê li dijî êrişan bibin bersiv.
Paşê endama desteya serokatî ya PYD’ê Foza Yûsif axivî. Foza Yûsif a bal kişand ser êrişên ku li li dijî jinan, gelan, demokrasiyê û ekolojiyê tê pêkanîn, destnîşan kir ku bi qasî polîtîkayên qirkirinê bingeha van hemu êrişan bidestxistina enerjî ye hêzên desthilatdar ne ji bo berjewendiya civakê ji bo berjewendiya xwe hewl didin van çavkaniya enerjiyan bixin destê xwe.
Li ser 8 xalên bingehîn hat nîqaşkirin
Cîgira Desteya Ekolojî û Şaredariyan a herêma Cizîrê Bêrîvan Omer a bal lê kişand ku ji bo şaredarî bibin şaredariyên gel ê xwecihî, demokratîk û ekolojîk gelek kar û xebat meşandine, pêşketinên ku di deh salên şoreşê de pêk hatine destnîşan kir û da zanîn ku di konferansê de ji avakirina merciyên biryardanê hetanî xeta azadiya jin a di sîstema şaredariyan de li ser 8 xalên bingehîn nîqaş kirine.
Bêrîvan Omer da zanîn ku ew dixwazin pergalek nû ava bikin ku li ser pêşketinên ku deh salan de pêk hatine zêdetir bikin û bi balkişandina li ser hevpêymana civakî wiha got; “Bi pêkanîna Hevpeymana Civakî me pêwistî bi guhertina sîstema şardariyan dît da ku em bikaribin bibin bersiv ji vê pêvajoya hesas de her wiha ji bo avakirina yekîtiya şaredariyan, me konferansê xwe yê 2 yemîn li dar xist.”
‘Di xebatê şaredarî û ekelojî de jin xwedî rolek aktîv e’
Bêrîvan Omer a tekez kir ku jin di xebatên şaredarî û ekolojiyê de bi awayekê çalak cih digrin, destnîşan kir ku ji sedî 50’yê şaredariyan jin tê de cih digre û got ku jin di pergala hevserokatiyê de xwedî rolekê çalak in. Bi gotina “Hebûna jin di şaredariyan de hebûnek bingehîn ji bo xizmeta civakê bi rengekî wekhev û adil e” Bêrîvan Omer destnîşan kir ku jin di her beşê şaredariyan de cih digrin û wiha behsa projeyên jinan kir; “Di vê salê de navenda jin di şaredariyan de bi gelek pirojeyan rabû wekî vekirina xwringeh, firin, kargehên dirûtinê, karê desta bi armanca ku jin xwe bi xwe birêve bibe û heya astekê wê ji vê kirîza aborî xelas bike hatin avakirin. Avakirina meştel, çandina dar û gulan û zebzeyan ew jî bi armanca ku jin vegera rastiya xwe û li çandinyê xwedî derkeve.”
Bêrîvan Omer balê kişand li ser xebatên perwerdeyan jinan a pêk hatine û wiha pêl da axaftina xwe; “Di heman wextê de projeyên perwerdekirina jinan zêde bûn, ji ber ku bi riya pêşxistina zanista jin, civak ji hişmendiya mêr a serdest xilas bibe û civakek azad û wekhev were avakirin. Lewma ev piroje ji bo zanebûna jinan û pêşxistina civakê esas e. Projeya mala zarokan li gelek cihan hat pêkanîn û hin cihan jî li ser kar tê meşandin. Di sûriyê de ji ber rewşa şer û siyaseta hêzên desthiladar ya ku li ser civakê tê ferzkirin gelek zarok bê kes mane. Ji bo em van zarokan ji rêka xerab dûr bixin me pêwistî bi pêkanîna van pirojeyan dît.”
“Armanca me xizmet û rêxistinbûyîna civakê ye”
Hevseroka Desteya Şaredarî û Ekelojî a Herêma Cizîrê Stêrk Murad destnîşan kir ku armanca lidar xistina konferansê avêtina gavên pêşketî ye û wiha axaftina xwe domand: “Piştî 3 sal ji kar û xebat me îro konferansa xwe ya şaredariyan li dar xist. Di vê qonaxa hesas de pêwistî hat dîtin ku şaredarî sîstema xwe nû bikin û yekîtiya xwe avabikin. Lewma konferans hat li dar xistin da ku li ser vê sîstemê niqaş were kirin û li gorî wê gav were avêtin.”
Konferans bi xwendina daxuyaniyekê ji aliyê Hevseroka şaredariyan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Ilham Metilî bi dawî bû. Di daxuyaniyê de ji bo şaredarî bibin cihê îradeya gel û pêşxistina modela rêveberîya xwecihî, xweser, demokratîk, ekolojîk û azadîxwazîya jinê meşandina kar û xebatên xurttir hat ser ziman.