Ji zaningehên Talîbanê agahdariyek nû!

Wezareta Perwerdehiya Bilind a Talîbanê agahdariyekê nû belav kir û da zanîn ku divê xwendevanên jin û xort di rojên cûda de biçin zaningehê.

Navenda Nûçeyan – Li Efganîstanê li ser zagonên zayendparêz ên li hemberî jinan her roja derbasbûyî zagonekê nû li ser tê zêdekirin. Vê carê jî ji aliyê Talîbanê ve qural t3e dayîn ku xwendevanên jin û xort di rojên cûda de biçin zaningehê.

Ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Bilind a Talîbanê ve tê plankirin ku rojên perwerdehiyê ji bo jin û xortan di rojên cûda de bê sazkirin. Li gor vê yekê dê di rojên Şemî, Dûşem, Çarşemê de jin; di rojên Yekşem, Sêşem û Pênçşemê de xort biçin zaningehan. 

Him roj him jî demjimêr hatin diyarkirin!

Berdevkê Wezaretê derbarê pêkanîna nû de agahî da û got “Perwerdehiya Bilind biryar da ku sê roj jin, sê roj jî xort perwerdeya xwe bibînin. Biryar hat dayîn ku li Zaningeha Qebûl û Zaningeha Polîteknîl a Qebûlê wane bi vê awayê bên dayîn.”

Tê payîn ku piştî ev biryar ket meriyetê dê li gel rojên dibistanan, demjimêrên perwerdê jî ji demjimêr 08.00’ê siharê heyanî 15.00’ê piştî nîvro berdewam bike.