“Ji xwendinê dûrxistina keçên Afganî bê mafî ye”
Piştî ku pênc berpirsên Talîbanê li dijî vegera keçan bo xwendinê derketin, komek jinan li dijî wê biryarê nerazîbûn nîşan dan. Her wiha Antonio Guterres jî got ku bêparkirina keçan ji perwerdeyê zirarê dide tevahiya welêt.

Navenda Nûçeyan - Piştî ku pênc berpirsên Talîbanê li dijî vegera keçan bo xwendinê derketin, komek jinan li dijî wê biryarê nerazîbûn nîşan dan.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bi rêya twîtekê li ser tora dijital ya Twitterê tekezî li ser pêwîstiya vegera keçan bo dibistanê kir û wiha got: “Ji xwendinê mehrûmkirina keçên Afganî ji binpêkirineke bê maf e û zirarê dide tevahiya welêt.”