Ji UNICEF’ê ji bo zarokên li Xezayê hişyariya alîkariya lezgîn
Li Xezaya ku di êrîşên Îsraîlê de rastî hilweşandinek mezin hat, UNICEF'ê banga zêdekirina alîkariya mirovî ya ji bo zarokan kir.

Navenda Nûçeyan – Piştî du salên êrîşên Îsraîlê, Zîvala Xezayê bi hilweşandin, koçberiya komî û zêdebûna êşên gel re, yek ji herî giran a qeyrana mirovahî dijî. Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), di daxuyaniya xwe de diyar kir ku zarokên li Xezeyê piştî êrîşên dijwar û hilweşandinê ya Îsraîlê di bin şert û mercên mirovahiyê yên gelekî trajîk de dijîn. UNICEF’ê, destnîşan kir ku pêwîste ji bo zarokan bi awayekî lezgîn parastin, piştgiriya derûnî û alîkariya xurekê bê mîsogerkirin.
‘Herî zêde zarok bandor dibin’
UNICEF'ê, agirbesta nazik a li Zîvala Xezayê wekî "tîrêja hêviyê" nirxand û diyar kir ji vê derfetê sûd wergirt û xebatên xwe yên alîkariyê zêde kir. UNICEF’ê, bang kir ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî yên ji zarokên herî zêde bandorbûnê, agirbest bê domandin û hemî deriyên sînorî bên vekirin. Ev hişyariya UNICEF’ê, di bin siya dorpêç û astengkirina derbasbûna alîkariyan ê Îsraîlê ya rûxmê peyaman agirbestê de hat. UNICEF’ê, balkişand ku rewşa heyî metirsiya kûrkirina karesata mirovî ya ku bandorê li zêdetirî milyonek zarokên li Zîvala Xezayê bike, hildigre.