Ji siyasetmedarên girtî piştgiriya kampanya

Siyasetmedarên girtî Fîgen Yuksekdag û Sebahat Tuncel piştgirî dan kampanyaya HDP'ê ya "Em malbatan tînin ba hev.”

Enqere- Kampanyaya piştevaniyê ya Navenda Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî erdheja ku di 6’ê Sibatê de navenda wan li Mereşê pêkhat û bandor li 11 bajaran kir dabû destpêkirin, didomîne. Di çarçoveya kampanyaya "Em malbatan tînin ba hev" ku bi armanca li ser esasê dostanî û hevgirtinê malbatan bîne cem hev de, ji Kurdistan û Tirkiyeyê 436 malbat hatin gel hevdu.

Siyasetmedarên girtîgehê piştgirî dan kampanyayê

Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Girtîgeha Kandirayê Fîgen Yuksekdag û Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê piştgirî dan kampanyayê.

Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP'ê di civîna xwe ya çapemeniyê ya 23'ê Sibatê de diyar kiribû ku dê ji bo malbatek herî kêm 4 mehan debara xwe bike di navbera malbatên ku dixwazin destê dostanî û hevgirtinê dirêjî mexdûrên erdhejê bikin de pira dostaniyê bê avakirin. Navendê wiha gotibû: "Em nîşan didin ku em li kêleka her welatiyekî ku kar, malbat an mala xwe winda kiriye diseknîn.”