Ji sedî 77’ê jinan bi tundiya nav malê re rû bi rû ye

Wezîra Jin, Zarok û Malbatê ya Tûnisê Amal Belhaj Moussa diyar kir ku ji serê sala 2022’an û vir ve ji sedî 77 ê giliyên tundiya li dijî jinan, ji aliyê mêrên ku bi wan re zewicî ne pêk hatiye.

Navenda Nûçeyan – Wezîra Jin, Zarok û Malbatê ya Tûnisê Amal Belhaj Mûsa diyar kir ku ji destpêka sala 2022’ an ve 796 serlêdanên tundiyê çêbûye û ji sedî 77’ê wan serlêdanên “tundiya nav malê” ne.

Amal Belhaj Moussa di berdewamiya axaftina xwe de bi van gotinan bang kir: “ji bo rûbirûbûna vê diyardeyê û pêşi girtina encamên wê yên metirsîdar, seferberiyeke kolektîf a ku pêkhateyên dewletê, civaka sivîl û saziyên çapemeniyê tevlî dibin hebe”. Amal Belhaj Moussa di heman demê de got ku tundî gihiştiye asta komkujiyê û jinên herî zêde rastî tundiyê tên jinên di navbera 30 û 39 salî ne.

Doza Wefaa El-Subaie ya ku di meha Cotmehê de ji aliyê hevjînê xwe ve bi madeyên şewitandinê hat qetilkirin, li seranserê welat bertek avakiribû.

Werger: NuJINHA