Ji Saba Sefîdî ya Behayî 33 roj in agahî nay girtin
Ev 33 roj in tu agahî ji Saba Sefîdî ya ji baweriya Behayî ye, ku li Tehrana paytexta Îranê hatibû binçavkirin, nayê girtin.
Navenda Nûçeyan- Li gorî daxuyaniyên saziyên mafên mirovan ên Îranê, Saba Sefîdî ku xwedî baweriya Behayî ye, piştî ji bo li dadgeha Edliyeya Êvînê hat derxistin, agahî jê nayê girtin. Rêxistinên mafên mirovan dest nîşan kirin ku ew ji çarenûsa Saba Sefîdî ku 33 roj in girtî ye bi fikar in û diyar kirin ku sedema girtina wê nehate eşkerekirin.
Rêxistinên mafên mirovan ên Îranê daxwaza bidawîanîna zext, girtin û binçavkirinên rejîma Îranê ya li dijî welatiyên bi baweriya Behayî û naskirina Behayîtiyê dike. Li gorî daneyên nefermî zêdetirî 300 hezar welatiyên bi baweriya Behayî li Îranê dijîn.