Ji civaknasên jin ên Îranî daxuyaniya li dijî tundiyê

Bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, komek ji civaknasên di daxuyaniyekê de daxwaza bidawîkirina tundiya li kolanan, berdana girtiyan û parastina ewlehiyê li Îranê kirin.

Navenda Nûçeyan – Komek civaknasên jin ên li Îranê bi daxuyaniyek diyar kirin ku jin ji bo protestokirina tundî û cudakariya zayendî ev zêdeyî du meh in dadikevin qadan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku jin bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" ji bo bidestxistina mafên xwe têkoşînek mezin didin, bal lê hat kişandin ku tundiya li ser jinê bi awayekê pergalî tê meşandin.

Rejîm li ser jinan tundiyê pêk tîne

Di daxuyaniya civaknasên jin de wiha hat gotin: “Tundiya li ser jinan di heman demê de kevintirîn û asayîtirîn şêwaza şîdetê ye, ku ji bo serweriya mêran û ji bo ku jin guh bide ferman û pîvanên pergala baviksalarî tê bikaranîn. Dagirkeriya baviksalarî ya çandî û civakî û têkiliyên desthilatdariyê yên newekhev ên di navbera zayendan de, hawîrdora malbatê veguherandiye hawîrdoreke ne ewle û car caran ji bo jinan bûye qada kuştinê. Li Îranê şîdeta li dijî jinan ji asta cîhanê zêdetir e û bi şêweyên curbecur wek tundiya nav malê, zewaca di temenê biçûk de û bûyerên qetilkirina bi hinceta namûsê tê dîtin.”

‘Jin li kolanan rastî tundiyê hatin’

Di daxuyaniyê de civaknasan bal kişand serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kir û wiha gotin: “Avaniya civakî ku li ser bingeha têkiliyên desthilatdariyê yên newekhev ên di navbera zayendan de pêk tê, tenê bi malbatê re sînordar namîne, di pergala hiqûqî, bîrdozî û qada giştî de her tim tê meşandin. Di Îlona borî de jina Kurd a Îranî Jîna Emînî hat qetilkirin. Em xeteriya tundî û gefên zêde yên li ser jinan di qadên taybet û giştî de hîs dikin. Em banga rûbirûbûn û rakirina tundiya li ser jinê dikin. Tevî hişyariyên gelek caran ji aliyê akademîsyen, lêkolîner û parêzvanên mafên jinan ve jî ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan tu tedbîr nehatine girtin. Em daxwaza bidawîkirina tundiya li kolanan li dijî xwepêşanderan li Îranê bi taybet jinan, berdana girtiyan, vekişîna polîs ji zanîngehan û parastina ewlehî û tenduristiya xwendekarên keç dikin.”