Ji qada Valiasrê wêneyên jinan rakirin

Rejîma Îranê li Qada Valiasr a Tehranê ku wêneyên jinên navdar ên Îranê lê hatibû daliqandin rakir, tenê nivîsa “Jinên welatê min- «زنان سرزمین من»» hişt.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Tehran a paytexta Îranê li meydana Valiasr wêneyên jinên Îranî hatibû danîn. Hate hînbûn ku ji Meydana Valiasr ku wêneyên jinên cîhana huner, zanist, akademî û werzîşê lê hene, wêneyên jinan hatine rakirin û tenê nivîsa "Jinên Welatê Min - « زنان سرزمین من » li meydanê hatiye hiştin.

Li qadê wêneyên gelek jinan bi taybet Meryem Motemedarya, Pervane Kazimî, Soraya Qasimî, Marziye Broumand, Chaleh Alou cih digirt. Jinên Îranî bi peyamên ku xwestibûn wêneyên wan bên rakirin protesto kiribûn.

Lîstikvana Îranî Soraya Qasimî got, "Hunermend mebesta wê dirust û şerefê bû. Roja ku gelê me kêfxweş nebe, em jî kêfxweş nabin. Ez amade nabim wêneyê xwe jî li ser tabloyên hunerî bixim."

Derhêner Marzieh Broumand piştî çalakiya Meryem Motemedarya ya bi navê "Li welatê qatilan jin tune ye" li ser piştgiriya gel li ser hesabê xwe yê Instagramê xîtabî damezrînerên vê projeyê kir û wiha nivîsî: "Birêzan, wêneyê min ji dîwarê ku we zarok û ciwanan lê perçiqandine, derxînin û bibin."

Her wiha çiyagera navdar ê Îranî Pervane Kazimî bi weşandina postekê daxwaz kir ku wêneya wî ji ser hesabê xwe yê Instagramê bê derxistin parve kir û rexneyên xwe li ser vê yekê kir.