Navenda Nûçeyan – Endama Parlamentoya Ewropayê Abeer El-Sahlanî, ji bo piştgiriya jinên Îranê pora xwe li pêşberî hevpîşeyên xwe qût kir û çalakiya xwe bi zimanê Kurdî û Îngîlîzî berzkirina dirûşmaya jinan a “Jin, jiyan, azadî”, bi dawî kir.
Abeer El-Sahlanî siyasetmedarek Swêdî ye ku bi eslê xwe Iraqî ye û ji Tîrmeha 2019’an vir ve endamê Parlamentoya Ewropî ye û nûnertiya Partiya Navendê dike.




