20 sal cezayê girtîgehê li parêzar Bahareh Agaheî hat birîn

Parêzer Bahareh Aghaeî ya ku piştî xwepêşandanên Çileyê hate binçavkirin, bi tohmeta "propagandaya li dijî rejîmê" 20 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Navenda Nûçeyan – Parêzer Bahareh Aghaeî, piştî xwepêşandanên meha Çileyê hate binçavkirin û ji Girtîgeha Qerçeka li Varaminê hate veguhestin. Ji Bahareh Aghaeî re 20 salan cezayê girtîgehê hate birîn.

Li gorî nûçeya ji aliyê Dadbanê ve hat weşandin, Parêzer Bahareh Aghaeî, bi sûcdariyên "propagandaya li dijî rejîmê", piştgirîkirina xwepêşandanan û malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û beşdarbûna çalakiyên têkildarî xwepêşandanên meha Çileyê hate darizandin û cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Li gorî nûçeyê di 4’ê Nîsana 2026’an de hêzên ewlehiyê li mala Bahareh Aghaeî lêgerîn pêk anîn û telefonên destan û amûrên din ên elektronîk ên malbatê desteser kirin.

Bahareh Aghaeî ji dema binçavkirina xwe ve herî kêm 15 rojan di hucreya yekkesî de hatiye ragirtin û ji bo protestokirina rewşa xwe carek ketiye greva birçîbûnê.

Beriya niha jî der barê binçavkirina parêzer Bahareh Aghaeî de nûçe hatibûn weşandin. Lêbelê der barê dosyaya wê û sûcdariyên li dijî wê de agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.