Ji Nifşê Z daxwaznameya îstifayê ji bo Qeyîs Seîd û banga hilbijartinên pêşwext

Li Tûnisê Nifşê Z, helwesta desthilatdariyê rexne kir û diyar kir ku dewlet ji bo ravekirina qeyranan serî li teoriyên komployê dide, nîqaşên giştî digire û xebatên civaka sivîl û sendîkayan sînordar dike.

Navenda Nûçeyan – Li Tûnisê Nifşê Z, bi sernavê “Daxwaznameya Neteweyî ya ji bo Rizgarkirina Komarê” daxwaznameyek da destpêkirin. Di daxwaznameyê de hate xwestin ku Serokomar Qeyîs Seîd îstifa bike, sindoq ji nû ve bên danîn û hilbijartinên pêşwext ên serokomarî û parlementoyê bên lidarxistin.

Ciwanên Nifşê Z yên ku di navbera salên 1997 û 2012’an de hatine dinê, “yekdestkirina desthilatdariyê” ya Seîd û windakirina derfeteke “dîrokî” ya ji bo reform û têkoşîna li dijî gendeliyê rexne kirin. Ciwanan destnîşan kirin ku serdema heyî bi xurtkirina desthilatdariya takekesî û nebûna bernameyên pêşveçûnê yên şefaf ve tê naskirin; her wiha diyar kirin ku dewlet ji bo ravekirina qeyranan serî li “teoriyên komployê” dide, nîqaşên giştî digire û xebatên civaka sivîl û sendîkayan sînordar dike. Her wiha bikaranîna dadweriyê ya li dijî dijberên siyasî jî hate rexnekirin.

Di daxwaznameyê de, ji Qeyîs Seîd hate xwestin ku bi awayekî aştiyane îstifa bike û bal hate kişandina ser wê yekê ku rewşa heyî qeyranên welat kûrtir dike. Di metnê de hate tekezkirin ku çareserî ne kaos an jî desthilatdariyeke nû ya yek kesî ye, belkî “vegera desthilatdariyê ya ji bo serweriya hiqûqê û vegera dewletê ya ji bo hemwelatiyên xwe” ye.

Her wiha di daxwaznameyê de beşdariya ciwanan û pisporan di pêvajoya reformê de, lidarxistina hilbijartinên zû yên şefaf û dadperwer û nûkirina meşrûiyeta siyasî hate xwestin.