Ji Meclîsa Jinê ya PYD’ê rêzeçalakiyên ji bo jinan
Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyek ragihand ku ewê ji bo jinan derbarê pêşeroj û nexşerêya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de, di çarçoveya kampanyayek de rêzeçalakiyan lidar bixin.

Qamişlo – Li bajarê Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyek çapemeniyê ktampanyayek ragihand. Daxuyanî li Navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk û bi tevlîbûna sazî û rêxistinên jinan hat lidarxistin. Rêvebera Meclîsa Jinê Ya PYD’ê Hûriya Şemdîn daxuyaniyê xwend.
Hûriya Şemdîn diyar kir ku di nava veguherînên ji bo polîtîkayên kûr ên li Rojhilata Navîn diqewimin, nexşe û pêşeroja herêmê bi taybetî li Sûriyeyê ji nû ve tê xêzkirin de, di nav metirsiyan de ne û wiha got: “Ev, metirsiyên derbarê çarenûsa gelê Sûriyeyê û bi taybetî jinên Sûriyayê de ne. Hêzên herêmî û navneteweyî li ser hesabê vîna gelan şer dikin û li ber çavên tevahiya cîhanê, mafên mirovan û ewlehiya civakî tên binpêkirin.”
‘Bi Pêşengiya Jina Azad Ber bi Avakirina Sûriyeyek Demokratîk ve’
Hûriya Şemdîn destnîşan kir ku jin, bi berpirsyariyek dîrokî re rûbirû ne ku destkeftî û serkeftinên xwe yên di van salên têkoşîna dirêj de bi dest xistine biparêzin. Hûriye Şemdîn wiha berdewam kir: “Li ser bingeha berpirsyariya me ya dîrokî, mîrateya me ya dirêj a têkoşînê û ezmûna me ya demokratîk a bêhempa ku li Sûriye û herêmê dibe bingeha destpêkek demokratîk a rasteqîn, ezmûnek e ku pişta xwe dide îdeolojiya "neteweya demokratîk". Îdeolojiya ku jinê hêzdar kiriye ku piştî hezaran salan ji piştguhkirinê, rola xwe ya dîrokî ji nû ve vegerînin, destkeftiyên kalîteyî bi dest bixin, bi armanca ku civakek demokratîk ava bikin. Ji bo bilindkirina têkoşîna di hemû warên siyasî, dîplomatîk û civakî de, di pêşengiya qonaxa avakirina aştiyeke mayînde û civakeke demokratîk de, Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk destpêkirina kampanya şeşemîn a bi dirûşmeya ‘Bi Pêşengiya Jina Azad Ber bi Avakirina Sûriyeyek Demokratîk ve’ radighîne.”
Çalakiyên ku di çarçoveya kampanyayê de tên lidarxistin
Hûriya Şemdîn piştre naveroka bernameya kampanyayê aşkera kir. Di çarçoveya kampanyayê de wê rêze panelên gelemperî li bajarê kantona Cizîrê bi sernavên "Malbata Demokratîk", "Rûbirûbûna bi Tundûtûjiyê re", bi armanca çandina van têgehan a di hişmendiya civakê de, bên lidarxistin. Du forumên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li her du kantonên Cizîrê û Reqayê dê bên lidarxistin. Rêze civîn û panelên hevrêziyê bi saziyên Rêveberiya Xweser re, bi hevkariya qordînasiyona jinên di rêveberiyê de, wê bên lidarxistin. Çend atolyeyên perwerdehî û amedekirinê dê bên lidarxistin. Bi armanca bîranîna Şîlan Kobanî, li bajarên Kobanî û Qamîşlo bi riya şevbuhêrkên çand û hunerî yên ku li gorî meqam û têkoşîna wê dê pêk bên.”