Ji malbatên xwendekarên jehrîbûyî bertek

Piştî ku xwendekarên keç piştgirî dan serhildanên li Îranê, bûyerên jehrîbûna li dibistanan zêde bû. Malbat li hemberî vê bertek nîşan dan.

Ji malbatên xwendekarên jehrîbûyî bertek

Navenda Nûçeyan – Piştî jehrîkirina 44 xwendekarên keç ên li dibistana amadeyî ya keçan a “El-Ehmediye” a Îranê, malbatên wan xwendekaran ji bo protestokirina bûyerên jehrîkirinê kom bûn.

Malbatan bersivnedana rayedarên Îranê û berdewamiya jehrîkirinê weke “gumanbar” nirxandin.

Piştî ku nêzî 3 meh berê li dibistanên keçan desteka ji serhildanê re hat dayîn, li gelek bajaran bi taybetî li Kumê jehrî zêde bûn.

Lêkolîner-Nivîskar Nafîsa Moradî bal kişand ser wê yekê ku jehrkirin dibe bi qestî bin û ev yek weke "sûîqastê dewleta Îranê" pênase kir. Wê amaje kir ku dibe armanc ew be ku malbat keçên xwe ji xwendinê bigrin ji ber metirsiya jehrîbûnê.