Ji Konferansa Yekemîn a Yekîtiya Ragîhandina Êzidxanê banga xebatên hevpar
Yekîtiya Ragihandina Êzidxanê di encamnameya konferansa yekem a bi dirûşma “Ên armanca wan mezin be têkoşîna wan jî mezin e” de bal kişand ser rola ragihandina azad a di pêşketina civakê de û banga xebatên hevpar kir.
Şengal – Duh di çarçoveya xebatên ji nû ve avakirinê yên ku li Şengalê pêş dikevin de, Yekîtiya Ragihandina Êzidxanê bi beşdariya 50 delegeyan û nûnerên TAJÊ, Meclîsa Gel, nûnerên şaredariyan, Komîteya Dîplomasiyê, Jineolojî, Ragihandina Asayîşê, YBŞ û YJŞ’ê û Ragihandina Azad a Jinên Êzidî, li Geliyê Kersê yê Şengalê bi dirûşmeya ‘Yên ku armanca wan mezin e, hewldanên wan jî mezin in’, 1’emîn Konferansa xwe lidar xist. Îro jî encamnameya konferansê bi raya giştî re hate parvekirin.
‘Di nava civaka me de meha Tebaxê xwedî gelek wateyên dîrokî ye’
Di destpêka encamnameyê de hat diyarkirin ku konferans rojek berdewam kiriye û wiha hat domandin: “Konferansa me, diyariyî Rêber Apo, hemû şehîdên ragihandina azad û şehîdên fermana 3’yê Tebaxê hate kirin. Hemû endamên ragihandina azad a Şengalê ku ji bo xurtkirin û mezinkirina xebatên propaganda-ajîtasyonê li hev kom bûn, bi nîqaş û pêşniyarên xwe amadekariya xwe ya ji bo mezinkirina xebatên ragihandinê vegotin. Di nava civaka me de meha Tebaxê xwedî gelek wateyên dîrokî ye. Mehek wisa ye ku ferman, komkujî, reşkujî li dijî me hatiye pêk anîn. Armanca me ji lidarxistina konferansê di vê mehê de ew bû ku girêdana xwe bi şehîd, doz, bîr û baweriya xwe ve bidin nişandan. Bi vê rêyê ragihînin ku êdî civaka me ji her alî ve bûye xwedî zanîst û dengê xwe gihandiye tevahî cihanê.”
‘Ragihandina me li Şengalê ji bo rojnamevan û ragihandinên din yên li herêmê rola dibistanê lîst’
Di berdewama encamnameyê de hat ragihandin ku ragihandina azad a li Şengalê ketiye 15 saliya xwe û wiha hat domandin: “Lê bi fermanê û pêvajoya rizgarkirina Şengalê re bi sazîbûn, xwedî mîrateyeke dewlemend a madî û manewî ye. Ji Şehîd Ferhad Qîranî, Ferhad Cuva, Agir Bane, Nûjiyan Erhan, Rizgar Denîz û herî dawî kedkarê ragihandina azad Mirad Mîrza bigre, heya gelek şehîdên ragihandina azad ku dem bi dem hatine Şengalê û ked dane, nirxeke mezin li pey xwe hiştine. Ew tovê ku beriya 15 salan li Şengalê hatiye avêtin, ezmûneke girîng ji me re hiştiye. Bi dehan ciwanên Êzidî li ser şopa şehîdan perwerde bûn. Dema ragihandina azad li Şengalê çandeke ragihandinê bipêş xist, tu ragihandinek din nebû, lê li welat û derveyî welat ragihandineke ku xizmetê ji civaka Êzidî re dikir, bû nimûne ji bo pêşketina gelek dezgehên ragihandinê ku bibin dengê civaka me. Ji ber vêya ragihandina me bi kovar, radyo, karên nivîskî, dîtbarî û herî dawî jî dîjîtal her çûye xwe li her qadekî şax daye. Mezinbûna ragihandina me li Şengalê ji bo rojnamevan û ragihandinên din yên li herêmê kar dikin jî rola dibistanekî lîstiye û hîn jî vê rola xwe bi layiqî dilîze.”
‘Di pêşxistina girîngiya yekîtiya demokratîk a Êzidan de roleke erênî ya bi bandor lîstiye’
Di encamnameyê de rola ragihandinê hat destnîşankirin û wiha hat vegotin: “Di encama xebatên propaganda-ajîtasyonê ya ragihandina azad de, di vegera bi hezaran kesî ji bo Şengalê, kewandina birînên fermanê, careke din vejandina çand û baweriya Ezidayetiyê li ser vê axê, ji nûve avakirina herêmê, parastin û geşkirina xwezaya Şengalê de, rêxistinkirina civakê û gihandina fikra xweparastinê de, bi îradekirina jin û ciwanan di rêveberina Şengalê de roleke diyar lîstiye. Bi taybetî di xirakirina peyman û pîlanên dijî îradeya civaka Êzidî de, li dijî feraseta nîfaq û nefretê navbera gel û baweriyan de pêşbixe hest û fikrê pêkve jiyanê li Şengalê zindîkirinê de, di pêşxistina girîngiya yekîtiya demokratîk a Êzidan de roleke erênî ya bi bandor lîstiye. Li gel nirxandina van aliyên erênî, ji bo aliyên ku ragihandina azad kêm maye jî nirxandinên girîng hatine kirin, rexneya wê hatiye kirin û rexnedayîna wê jî hatiye dayîn. Bi taybetî di mijara pêşîlêgirtina bûyerên civakî, feraseta paşverû û kevneperest de, di pêşî lê girtina kuştin û xwekuştinên jin û ciwanan de, zext û tundiya nav malê ya dijî jin de tevî xwedî perspektîfeke xurt a weşanêye jî, hîn nekariye bersiveke xurt a têrker bide.”
‘Rêber Apo ji bo me bûye hem hişyarî hem jî perspektîfek sereke’
Encamnameyê bal kişand ser xebatên ragihandinê û wiha berdewam kir: “ Ji bo ragihandina me bibe dengê azad ê gelê xwe, xwe li gorî pêwîstiyên civaka xwe, xwe rêxistin bike, di warê pîşeyî de jî xwe nû bike, me pêwîst dît xebatên xwe yên Şengalê ku gihîştiye qonaxeke girîng derbasê asteke hîn pêşdetir bikin. Rêber Apo ku bi pêvajoya entegrasyona demokratîk ji me re got, ‘Yên xwe neguherin û nûjen nekin, wê li paş de bimînin’ ji bo me bûye hem hişyarî hem jî perspektîfeke sereke. Ji bo em li gorî rihê demê û pêwîstiyên gelê xwe, xwe rêxistin bikin, me pêwîst dît ku yekemîn konferansa xwe ya ragihandinê ya Şengalê li dar bixin. Hêvî dikin ev konferans bibe boneya destpêkeke nû ji bo hemû gelê me û hem pîşeyên me yên li Şengalê. Ya dikeve ser milê ragihandina me xwe zêdetir rêxistin kirin, şax dayîn û berfirehkirina li gorî pêwîstiyan e.”
‘Bi perwerdehiyên akademîk dê rola zanîngehek bilîze’
Di encamnameyê de hat ragihandin ku di konferansê de rêveberiya nû bi şêwazeke herî demokratîk hatiye hilbijartin û berpirsyariyê daye ser milê meclîsa ragihandinê. Encamname wiha dom kir: “Wê Meclîsa me di ber rêvebirin, pêşxistin û mezinkirina xebatên ragihandina azad de berpirsyar be. Ji bo em bikarin ji hemû daxwazên civaka xwe, azadîxwazan û bi taybet jî jinên Êzidî re bibin bersiv, ji bo avakirina civakeke demokratîk, azadîxwaz, wekhev, jîngehparêz wê giraniyê bide ser xebatên perwerdehiya akademîk. Bi van perwerdehiyên akademîk dê rola zanîngehek bilîze. Her ciwanek me yê di van perwerdeyan re derbas bibin, wê di ronîkirin û avakirina civakeke demokratîk de roleke berçav bilîze. Ji bo vêya xebatên akademiya Şehîd Agir Bane, perwerdeyên fikrî û meslekî yên di çarçoveya branşan de dê weke yek ji xebata me ya stratejîk a demê be.”
‘Pêwîstî bi xurtkirin û bisazîkirina xebatên pêwendiyan heye’
Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku ji bo ragihandina azad bikare van hedefên xwe pêk bîne jî pêwîstiya zêdetir girîngiya ji bo karên hevpar ên bi rihê komîn hatiye dîtin û wiha hat gotin: “Hem pêşxistina rih û fikrê xwebexş û komîn di nava her endameke ragihandina azad de, hem jî ji bo ev rih di nava hemû dezgehên ragihandinê yên Şengalê de û hempîşeyên me de jî bipêş bikeve, wê girîngiyeke zêdetir bide xebatên hevpar û xurtkirina peywendiyên li gel wan. Ji bo vêya jî pêwîstî bi xurtkirin û bisazîkirina xebatên pêwendiyan heye. Ji bo hemû dezgehên ragihandinê yên Şengalê bikarin bibin dengê rasteqîne yê gelê xwe, pêwîstî bi hevparkirina rojevan û zimaneke ne qewmiyetperest, olperest, cinsiyetparêz û her weke din heye. Lewma weke hedefekî datîne pêş xwe, ji bo di platform û şêwir, konferansên hevpar de werin bahev. Ji bo vêya jî erka pêşengiyê dide xwe û wê di dema nû ya xebatê de weke xebateke girîng dest bigre.”
‘Ji bo xebatên hevpar ên di xizmeta civaka xwe de em banga xebatên hevpar dikin’
Di encamnameyê de hat diyarkirin ku ewê li gel zêdekirin û mezinkirina hejmara endamên xwe, girîngiyê bidin her cûre xebatên bikevin xizmeta civaka xwe. Encamname bi van gotinan bidawî bû: “Lewma emê hem di warê pîşeyî, hem fikrî û hem jî şêwazê karkirina komîn de bibin mînak û berdewam bin di avêtina gavên destpêkê de. Em konferansa xwe li hemû endam û kedkarên ragihandina azad, hemû ragihandkar û rojnamevanên Şengalê ên weşangeriyeke biexlaq û di berjewendiya gelê xwe de dikin, pîroz dikin. Ji bo xebatên hevpar ên di xizmeta civaka xwe de em banga xebatên hevpar dikin. Dûbare konferansa xwe li Rêber Apo, li Şehîdan, li civaka Êzidî û hemû hem pîşeyên xwe pîroz dikin. Em careke dibêjin;‘Yên armancên wan mezine, hewldanên wan jî mezine’.”