Ji konferansa jinan dîmenên rengîn
Ji 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê ku li Tûnisê tê lidar xistin bi qasî nîqaşên girîng ên li ser pirsgirêkên ku jin ji ber pergala kapîtalîst û baviksalarî pê re rû bi rû dimînin û nîqaşên çareseriya vê, dîmenên rengîn ên ji konferansê jî xuda dikin.

Navenda Nûçeyan – 3’yemîn Konfaransa Cîhanî ya Jinan a 4’ê Îlonê li Tunusê destpê kir û wê heta 10’ê Îlonê berdewam bike, bi nîqaşên girîn didome. Li gel nîqaşên girîng ên li ser çareseriya pirsgirêkên jinan û zehmetiyên ku jin li çar aliyê cîhanê dijîn dîmenên gelek rengîn jî ji Tûnisê gihan me.
Bernameya hunerî û çandî beşek ji 3’emîn Konfaransa Jinan a Cîhanê ye û hemû şevan jinên ku beşdarî konfaransê bûne, çalakiyên çandî û hunerî yên herêmên xwe pêşkêş dikin. Şeva bûrî di dirêjiya çalakiya jinan de jinên Afrîqî çalakiya çanda xwe bi sema û musîqan pêşkêş kir.