Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê
Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku ew bi xemgîniyeke mezin pê hesiyane ku Zeynep Cansiz dayîka kadroya pêşeng a tevgera azadiya jinê Sakîne Cansiz çûye ser dilovaniya xwe û di serî de malbata Cansiz sersaxî ji gelê welatparêz û dostan re xwest.
Navenda Nûçeyan – Koordînasyona Koma Jinên Kurdistanê (KJK), ji bo wefata dayîka yek ji avakerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê weşand.
KJK’ê diyar kir ku bi xemgîniyeke mezin hîn bûne ku Zeynep Cansiz çûye ser dilovaniya xwe û wiha got: “Zeynep Cansiz, dayîka pêşenga tevgera me ya azadiya jinê, berxwedêra mezin a zindanê û ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê hevrêya me şehîd Sakîne Cansiz e. Di serî de malbata Cansiz em sersaxiyê ji gelê xwe yê welatparêz û dostan re dixwazin. Dayîkên me ku şahid, hevrê û piştevanên xurt ên têkoşîna mezin a lêgerîna jiyana azad û nasnameya azad a jinan û jinên Kurd e, em ê keda wan a pîroz bi ser bixin. Şerê mezin, ji bo kêfxweşiya mezin tê kirin. Ji bo kêfxweşiyên mezin êşên giran têne kişandin. Hevrê Sakîne Cansiz ji bo kêfxweşiya mezin şerekî mezin kir û di vê oxirê de êşên giran kişand. Dayîka me Zeynep weke afirînera vî şerê mezin, şahid û hevrêya wê, weke kedkara pîroz a têkoşîna me ya jinê wê her tim bê bîranîn.”
‘Bi dayîkên xwe re em hişyar bûn û rastiya şoreşa jinê hate afirandin’
KJK’ê da zanîn ku nakokiya herî balkêş, şer û pîvana pêşketinê ya şoreşê li ser bingeha bedêla dayîkan û azadiya jinê bi pêş ketiye û wiha domand: “Ev yek ne tesaduf e. Bi dayîkên xwe re em bi rengekî dîrokî hişyar bûn û rastiya şoreşa jinê hate afirandin. Ji ber ku li Kurdistanê ku erdnîgariya avabûn û pêşketina civaka dayîkê ye, pergalên dagirker û mêtinger tenê bi azadiya jinê û afirandina jiyana bi rûmet dikarin ji holê bêne rakirin. Dîroka jinên Kurd a ku ji zinaran xwe avêtin, li kelehan li ber xwe dan, hatin qetilkirin lê ti carî teslîm nebûn, fermana vê heqîqeta pîroz dide me. Jiyana azad yek ji rastiyên derbasdar ên bingehîn; şertê afirandina welatekî azad û gelekî azad a ji bo azadiyê bi bîra me xistiye. Avakirina civaka dayîkên me ya hate tinekirin, ehlaqa wê civakê, pîvanên bedewiyê, têkiliyên demokratîk û azad û civaka dîrokî wê bibe yekane bersiva em bidin dayîkên xwe. Dilê wan ê bi şewat bû seriyê ku ti carî nehate tewandin. Dilên bi êşê tijî û serên nehatin tewandin ji bo me emanet e. Em ê weke emaneteke civaka azad dayîkên xwe di nava têkoşîna xwe de biparêzin û bi bîr bînin.”