Navenda Nûçeyan – Li Îranê serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê “polîsên exlaqê” ve dest pê kir, ji 16’ê Îlonê ve berdewam dike. Tevî hemû zextan jî li hemû bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê gel kolanan naterikînin û daxwaza rûxandina rejîmê dikin. Jin û Belûcên daxwaza azadiyê dikin, cezayên darvekirinê yên li dijî xwepêşanderan şermezar kirin û daxwaza rûxandina rejîma Îranê kirin.
Banga rûxandina rejîmê
Xelkê Sîstan û Belûcistanê ku dirûşmên "Bimre Xumeynî", "Ji darvekirinê re na", "Na ji rejîma Îranê re" berz kirin, bi taybet zext û zordariya li dijî xwepêşndarên Zab, Çabahar, Zahedan, Rask, Khash û Pishinê şermezar kirin. Di dema çalakiyê de kolan hatin girtin, welatiyên ji neteweyên cuda banga hilweşandina rejîmê kirin.
Berî niha jî hêzên rejîmê dikanên gelek welatiyan şewitandibûn û kesekî olî yê Belûç jî revandibûn û li çolê wî qetil kiribûn.




