Ji jinên Êzidî bang: Ji bo azadiya Rêber Apo rabin ser piyan
Jinên êzidî ku bi coş û kelecaneke mezin peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşwazî kirin, destnîşan kirin ku ew bi peyama Ocalan serbilind û kêfxweş in û bang li hemû jinan kirin ku ji bo azadiya wî rabin ser piyan.

Şengal – Sêyemîn peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo civaka Êzidî û Şengalê şandibû ji hêla civaka Êzidî ve bikelecan û coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Bi taybetî peyama Abdullah Ocalan herî zêde di nav jinên êzidî de bû sedema coşeke mezin.
Jinên Êzidî derbarê peyama Abdullah Ocalan de hestên xwe bi ajansa me re parve kirin. Jinan gotin ku ew bi peyama Abdullah Ocalan serbilind in û anîn ziman ku ewê ji bo azafiya wî ya fîzîkî têkoşîna xwe bilindtir bikin.
‘Peyama Rêber Apo cihê serbilindî û kêfxweşiyê ye’
Endama Meclisa Jin a Sinûnê Edûl Şemo diyar kir ku ew wek jinên êzidî bi nameya Ocalan serbilind û kêfxweş in û ev tişt anî ziman: “Em ji vir heta Îmraliyê silav û hezkirên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Rêber Apo di nameya xwe de qetlîma li ser êzidiyan tîne ziman û difikire, em wek jinên Êzidî bi Rêber Apo û nameya ku şandî serbilind û kêfxweş in. Em hêvî ne Rêbertî ji zindanê derkeve û bi cil û bergên êzidiyatî were Şengalê. Em îro xwe deyndarî wî û deyndarî keda wî dibînin. Îro roj Şengal bi fikir û felsefeya wî ava bûye. Parastina me li ser fikir û ramanê wî hatiye avakirin û êdî em ne muhtacê hêzeke din in. Çawa fikrên Rêbertî bû netewek belavî dinyayê bû lazim e em jî xwedî li keda wî derkevin. Divê wek jin em ji bo azadiya wî her li ser piya bin. Bi taybet divê jin xwedî li keda Rêber Apo derkevin ku îro roj li ser fikrên wî xwe perwerde û birêxistin dikin.”
‘Rêber Apo rêberê hemû civakên bindest e’
Endama Meclisa Jin a Serdeştê Kinê Xidir jî bi van hevokan hestên xwe anî ziman: “Em jî ji vir heta zindana Îmraliyê silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Em destxweşî li Rêber Apo dikin ku êşa me wek êşa xwe dibîne. Rêber Apo her ji me re dibêje em xwe zane û perwerde bikin û axa xwe biparêzin. Em çi bikin jî em deyndarê wî ne. Rêber Apo ne tenê xwedî li jinên Êzidî xwedî li hemû jinan derdikeve. Îro em bi fikrên Rêber Apo xwe diparêzin, xwe birêxistin û perwerde dikin. Em bi peyama wî gelek kêfxweş in. Roja fermanê tenê şagirtinên wî bi hawara me ve hat. Divê hemû jin bi taybetî jinên Êzidî ji bo azadiya Rêber Apo rabin ser piyan. Rêber Apo ne tenê rêberê miletê kurd e rêberê hemû civakên bindest e û feylezof e.”
Derveyî Ocalan tu kes nikare şera heyî rawestîne
Di axaftina xwe de Kinê Xidir pêvajoya ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin bi bîr xist û diyar kir ku Ocalan ji bo aştiyê gavek avêtiye lê dewleta tirk hê jî gaveke şênber neavêtiye û destnîşan kir ku derveyî Ocalan tu kes nikare şera heyî bide sekinandin.
Her wiha Kinê Xidir axaftina xwe bi van hevokan bidawî kir: “Em ji dijmin re dibêjin û soza me ye, em ê tol û heyfa keç û jinên xwe ji dijmin bigirin û wan bidarizînin. Em ê heta dawî xwedî li doza xwe derkevin û dev jê bernadin.”