Jin bi şaredariyên demokratîk jîngehê diparêzin

Li Kantona Cezîrê, jin bi awayekî çalak beşdarî şaredariyan dibin, bi modelek rêveberiya demokratîk hem xweza û hem jî jiyan diparêzin. Biryarên ku jinan didin, hem di paqijiya bajaran de û hem jî di vejandina jiyana ekolojîk de diyarker in.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Jinên ku barê şer û krîza 14 salan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kişandine ser xwe, ne tenê di warê ji nû ve avakirina jiyanê de, di parastina xwezayê de jî pêşengiyê dikin. Li Kantona Cezîrê, şaredarî li gorî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan ve hatiye pêşxistin dixebitin. Li gorî vê perspektîfê, şaredarî ne saziyên parêzgehê yên hikûmeta navendî ne, lê navendên jiyanê yên xweser in, ku li gorî îradeya gel, jinan û komunan dixebitin. Bi vê têgihîştinê, jin şaredariyan vediguherînin saziyên ku xwezayê diparêzin û jiyanê diparêzin.

Abdullah Ocalan di pênasekirina xweseriya demokratîk de tekezî li ser pêwîstiya rêxistinkirina şaredariyan bi rêya komun û meclîsan kiribû. Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev perspektîfê bi pêşengiya jinan pêk tînin. Bi saya temsîliyeta wekhev a jinan di pêvajoyên biryardanê de, şaredarî ne tenê xizmetên teknîkî peyda dikin, lê di heman demê de polîtîkayên ku xweza, civak û azadiya jinan didin pêş jî pêş dixin.

Berdevka Yekîtiya Şaredariya Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer bal dikşîne ser girêdana nêzîk a ku jinan bi xwezayê re di dîrokê de ava kirine û rola wan di polîtîkayên ekolojîk de bi gotina "Jin parêzvanên herî mezin ên xwezayê ne" vedibêje. Li gorî Bêrîvan Omer, di demekê de ku bajarvaniya kapîtalîst û polîtîkayên sûdwergirtinê xwezayê wêran dikin, projeyên şaredariyê yên ku ji hêla jinan ve têne rêvebirin bajarên ahengdar, hevseng û paqij ava dikin.

‘Jin hewl didin hevsengiyek jîngehî bidin çêkirin’

Bêrîvan Omer da zanîn ku sîstema kapîtalîst jiyana mirovan fetisandiye û jin li hemberî wê hewl didin hevsengiyek bidin avakirin. Bêrîvan got: “Di seranserê dîrokê de, çawa ku desthilatdarî li ser xweza û jinan bi hev ve girêdayî bûye, jin û xweza ji hev nayên veqetandin. Jin bi xwezayê re têkiliyek nêzîk heye û di warê siyasî de, em jinan weke parêzvanên herî mezin ên xwezayê dibînin. Di xebata xwe de, weke rêberên herêmî, em hewl didin di navbera bajarvanî, avakirin û xwezayê de hevsengiyek çêbikin, ji ber ku jiyana kapîtalîst û avakirina bajarên mezin jiyana mirovan xerab kirine û bûne sedema gelek krîzan. Ji bo vê sedemê, em di xebatên şaredariyê de, bi taybetî Ofîsa Jinan her dem hewl didin qadên kesk, paqijiyê û hwd. zêde bikin.”

‘Sîstema hevserokatiyê hêza biryardayînê daye jinan’

Bêrîvan Omer da zanîn ku sîstema hevserokatiyê û temsîla jinan di meclîsa şaredariyê de biryara jinan bi hêz kiriye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ji sala 2012’an ve û bi tasybet bi avakirina Rêveberiya Xweser re gelek jinan piştgirî dane pêşxistina keskahî, xweza û paqijiyê û hewldan hê jî berdewam dikin. Sîstema hevserokatiyê û temsîliyeta jinan di meclîsa şaredariyan de hêza biryardayînê daye jinan û wan bibandor kiriye. Dema ku mijarek di meclîsa şaredariyê de tê nîqaşkirin ku jin piraniya wan pêk tînin, her kes ji aliyê jinan ve bi bandor dibe.”

‘Biryarên ku ji aliyê jinan ve tên girtin bibandor û sûdwer in’

Di nava gotinên xwe de Bêrîvan Omar destnîşan kir ku biryarên jin distînin bibandor û sûdwer in û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Dema ku jin biryaran digrin bandora wê li ser pêşeroja jin û zarokan analîz dikin, piştre pêk tînin. Beravojî biryarên mêran e ku tenê bi aliyên teknîkî ê avahîsaziyê ve eleqedar dibin. Ji ber vê di pergala hevserokatiyê de, ev yek bi saya hebûna jinan ku ji sedî 50 cih di nav xebatên şaredariyan de digrin, tê parastin.”

‘Hebûna meclîsa jin û platforma jîngehê ya jinan girîng e’

Bêrîvan omar da zanîn ku girîngiya hebûna meclîsa jinan û platforma jîngehê ya jinan di nava yekîtiya şaredariyan de girîng e wiha anî ziman: “Meclîsa Jinan di nava Yekîtiya Şaredariyan de hat damezrandin û ofîsên wê hatin organîzekirin da ku projeyên jinan li ser bingeha nêrînên jinan bin û bi pêdiviyên civakê re lihevhatî bin, da ku bikaribin bajarên xwe xweşik û paqij bihêlin û biryarên bibandor ji bo parastina xwezayê werin girtin. Hebûna jinan pir caran biryarek e ku li ser bingeha parastina xwezayê û baweriya wan bi hebûna hemû zindiyan bi hev re ye ku dihêle jîngeh were parastin.”

‘Şaredarî yek ji saziyên pêşîn di pergala Rêveberiya Xweser de’

Bêrîvan Omer destnîşan kir ku şaredarî ji bo xizmeta civakê kar û xebatên girîng dimeşînin û wiha pêl da gotnên xwe: “Ji destpêka xwerêveberiyê ve, şaredarî yek ji saziyên pêşîn bûn ku ji bo avakirina sîstema xwerêveberiyê hatin damezrandin. Sîstema Rêveberiya Xweser bingeha şaredariyê ye. Di qanûna ku di sala 2024’an de hat derxistin de, xala 4’an destnîşan dike ku xwerêveberî destekên berfireh dide rayedarên herêmî. Ji ber vê her ku erkê wan berfirehtir be, ew ê ji bo civakê bêhtir bixebitin û hewl bidin. Di zagonên ku hatine derxistin de, dema şaredariyek projeyek pêşniyar dike, pêdivî heye ku bi hemû kesan, şaredariyan, komîn, encumen û rêxistinan re civînek were lidarxistin û li gorî wê were bicihanîn. Rol û mîsyona rêveberiyên herêmî bi pêş ketiye û xizmetên civakê bi pêş xistiye.”

‘Gel xebatên şaredariyan bi ser dixe’

Bêrîvan Omer da zanîn ku baweriya bi rêvberiyên herêmî re esas e û wiha got: “Divê gel tevlî karên şaredariyê bibe. Ger em piştgirî û beşdariya gel di projeyan de bi dest nexin û beşdar nebin, em ê çawa bixebitin. Em ê nikaribin bi ser bikevin û li gorî pêdiviyên wî bajarî bixebitin. Divê bingehek ji bo avakirina baweriyê di navbera rêveberiyên herêmî û niştecihên wê deverê de hebe. Gel şaredariyê birêve dibe û kesên ku li şaredariyê dixebitin, biryarên ku gel dide pêk tînin.”

‘Parastina jîngehê pêdîviyek bingehîn e’

Bêrîvan Omer di dawiya axaftina xwe de banga parastina jîngehê kir û diyar kir ku ji bo tendrustiyê jîngeh pêdiviyeke bingehîn e. Her wiha ji bo pêşketina şaristaniyê parastina jîngehê esas e.