Ji jinan piştevaniya ji bo Ayşegul Dogan
Der barê rojnameger Ayşegul Dogan a ku cezayê girtîgehê lê hatiye birîn de li ser medyaya civakî kampanyaya piştevaniyê hat destpêkirin. Jinan banga piştevaniya bi Ayşegul Dogan û gotin em li gel “#Rojnameger Ayşegul Dogan #Rojnamegerên Jin” in.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Şêwirmendî û Wekheviyê bertek nîşanî 6 sal û 3 meh cezayê ji rojnamegera xwediya Karta Çapemeniyê ya Navnetewî Ayşegul Dogan ku ji ber roportajên di çarçoveya xebatên xwe yên çapemeniyê de girtiye û tevli çalakiyan bûye dan.
Pêşengên Dengê Jinan li ser medyaya civakî hem ji bo Ayşegul Dogan hem jî ji bo piştevaniya xwe ya li gel jinên rojnameger diyar bikin kampanyayek dan destpêkirin. Jinan bang li raya giştî kir hem ji bo piştevaniya Dogan hem jî bêjin em li gel “#Rojnameger Ayşegul Dogan #Rojnamegerên Jin” in.
Di daxuyaniyê de ev nirxandin hat kirin:
“Em weke pêşengên Dengê Jinan şahid û kefîlên rojnamegeriya Ayşegul Dogan in. Ji ber; li tu devera cîhanê li gorî hikumet karta çapemeniyê dide yan nade rojnamegerî nayê diyarkirin. Weke Dogan jî îdia kiriye ne endama Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ê ye û ev jî îsbata wê ye ku dengê di guhdarîkirina navendê de hatiye girtin ne aydê wê ye. Dema ku di IMC TV’yê de dixebitî bi şêwazek bê perwa hatiye guhdarîkirin û hatiye şopandinê. Paşê sala 2018’an doz lê hatiye vekirin. Tevlibûna wê ya konferansan û nirxandinên ku kirine bi awayê ‘dixwaze rêxistina terorê’ ava bike hatiye sûcdarkirin. Hemû xebatên di çarçoveya karê xwe de kirine bûne sedema sûcdariyê. Ev ji bo yên dosya amade kirine lekeyek reş e. Em wekî pêşengên Dengê Jinan ji bo civakek wekhev, demokrat û dadwer di wê baweriyê de ne pêdiviya me bi rojnamegerên kedê didin û taybetî jî rojnamegerên jin heye.”
Pêşengên Dengê Jinan
Di nava Pêşengên Dengê Jinan de; Burcu Karakaş, Evrîm Kepenek, Mehveş Evîn, Emîne Uçak, Banu Tuna, Ayşegul Dogan, Seren Selvîn Korkmaz, Esra Elmas, Pinar Akpinar, Dilara Gok, Şehnaz Kiymaz Bahçecî, Gulsum Kav, Yasemîn Oz, Hulya Tanriover, Elîf Dogan, Alev Akin, Îlayda Eskîtaşçioglu, Menekşe Kizildere û Itir Erhart cih digirin.