Ji HDP’ê ji bo girtîgehan lêpirsîna Meclîsê
Wekîla HDP'ê Ayşe Surucu, têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê ku dozger ji girtiyan re got, “Ger ez bim, ezê te înfaz kiribam” anî rojeva Meclîsê û xwest lêkolîn bê kirin.
Enqere- Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê tê jiyan kirin anî rojeva Meclîsê. Di derbarê mijarê de ji bo avakirina Komîsyona Lêkolîna Meclîsê pêşnûname pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hat kirin.
Di pêşnûmeyê de hat destnîşankirin binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyan kirin gelek caran di rojevê de cih girt de, wiha hat gotin:“Helwesta gefxwarinê ya dozgerê Girtîgeha Hejmara 1 a Rihayê ya li hemberî girtiyan jî di çapemeniyê de cih girt. Hat îdiakirin ku dozger gotiye “Ger ez bim, ezê te înfaz kiribam”. Li Girtîgeha Girtî ya Hejmar 1 a Rihayê pêkanîn û bêhiqûqî zêde bûne û helwesta gefxwarina dozgerê girtîgehê ya li hemberê girtiyan rewşek xeternak girtiye.”
Di pêşnûmeyê de daxwaza avakirina Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bi van gotinan hat diyar kirin: “Ev pirsgirêkan, wekî pirsgirêkên ku bi devkî an jî bi nivîskî serlêdanên çareseriyê lê bi israr tên paşguhkirin, li girtîgehê her ku diçe girantir dibin. Girtiyan ji bo van pirsgirêkan bi rêveberiya girtîgehê re daxwaza hevdîtinê kirine, lê hemû bêbersiv tên hiştin. Nêzîkatiyên midûr û dozgerê yekem ên girtîgehê û ev pêkanînên keyfî yên li girtîgehê bûne rûtîn. Ji ber vê yekê pêlavên marqeya 'Mekap' ku ji ber erzaniya xwe gelek caran tên tercîhkirin, weke 'biryara rêveber e, qedexe ye' nayên dayîn. Ev wêneya hovane ya ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Rihayê tê jiyan kirin, sedema ajotina întiharê ya li girtîgehan jî eşkere dike.”