Ji DMME’yê der barê 14 wekîlan de biryar

AÎHM’ê ku biryara binpêkirina mafê Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û 13 parlementeran da, 184 hezar û 600 Euro tazmînata manewî li Tirkiyeyê birî.

Navenda Nûçeyan- Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana ku der barê Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û 13 wekîlan  de hat kirin, ji biryar re girêda. Di serlêdana hat kirin de, biryar hat dayîn ku bi girtina Fîgen Yuksekdag û di 4'ê Mijdarê de wekîlên wê mafên azadiya fikrî, mafê ewlekarî û azadiyê, darizandina di demeke maqûl de, astengkirina xwegihandina dosyaya lêpirsînê hatine binpêkirin û têkildarî vê xala 18’emîn Peymana Ewropayê ya li Mafên Mirovan (DMME) hatİYE binpêkirin.

DMME’yê Tirkiyeyê mehkûme cezaya 184 hezar û 600 Euro tazmînata manewî kir.