Ji civîna komîsyonê pêşniyarên şênber hatin
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ya di komîsyonê de axivî, wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku ev pirsgirêk bi îradeya Meclîsê, siyaset û îradeya hevpar a gel were çareserkirin.”

Navenda Nûçeyan- Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît di civîna Komîsyona Piştevaniya Netewî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de axivî.
Gulistan Kiliç Koçyîgît, îşaret bi pêvajoya pevçûnê ya 50 salî kir û destnîşan kir ku divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk werin çareserkirin.
Gulistan Kiliç Koçyîgît got: “Ev pirsgirêk, yek ji meseleyên herî girîng ên sedsalî yê Tirkiyeyê ye” û diyar kir ku kêmaniyên demokratîk yek ji sedemên bingehîn yên pirsgirêkê ye. Koçyîgît wiha domand: “Em di wê baweriyê de ne ku ev pirsgirêk bi îradeya Meclîsê, siyaset û îradeya hevpar a gel were çareserkirin. Em hem li hundur û hem jî li derve ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane têdikoşin.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît da xuyakirin ku şert û mercên heyî ji bo çareseriyê derfetekî nû pêşkêş dike û banga, “Divê pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêka xwe bibînin” kir. Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku ew bawerî bi Aştî û feraseta Meclîsê tînin û got: “Em bi hejmartina êşan re demê winda nekin. Divê aştiya hundirîn ya Tirkiyeyê û aştiya herêmê ava bikin.” Koçyîgît anî ziman ku divê rêya ku bi biryara çekberdanê hatiye vekirin, were nirxandin û bang li Meclîsê kir ku berpirsyariyê bigire û ji bo mayîndekirina çarseriyê banga vesazkirina qanûnî kir.
Serokwekîlê Koma AKP’ê Abdulhamît Gul diyar kir ku girînge ku Meclîsê mijarê dinirxîne û wiha got: “Emê bi aqilê hevpar û şêwirê vê pêvajoyê birêve bibinî. Wê Tirkiye bi ser bikeve.”
Serokê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê Cuneyt Yuksel jî got ku divê mînakên ETA û IRA’yê werin lêkolînkirin û bal kişand ser lihevkirina mewzûat, darizandina adil û ewlehiya hiqûqê.
Wê dayîk bên guhdarkirin
Komîsyona ku ji bo çareserkirina meseleya kurd li meclisê hat avakirin, îro cara sêyan civiya. Civîna komîsyonê ya sêyem bi dawî bû û biryar hat girtin ku dê komîsyon di 19 û 20'ê Tebaxê de careke din bicive.
Her wiha komîsyon dê hefteya bê Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER û komeleyên xizmên polis û leşkerên jiyana xwe ji dest dane û Wezîrê Xizmetên Malbatê û Civakê Mahînûr Ozdemîr Goktaş guhdar bike.