Ji çalakvana mafê karkeran Nahîd Xadaco xeber nayê girtin
Ji 5’ê Cotmehê ve, tu xeberek ji endama Sendîkaya Karkerên Azad ên Îranê Nahîd Xadaco nayê girtin. Malbata wê difikire ku hatiye girtin û rayedarên sendîkayê jî daxuyanî xwestin.
Navenda Nûçeyan- Nahîd Xadaco ku berê li Îranê ji ber çalakiyên xwe yên ji bo mafên karkeran hatibû girtin, ji 5’ê Cotmehê vir ve winda ye. Malbata wê dema ku serdana mala wê kir, eşyayên wê yên belavbûyî û xwarina ku kesî dest nedayî, dît.
Sendîkaya Karkerên Azad ên Îranê fikarên xwe yên derbarê îhtimala girtina Nahîd Xadaco de anîn ziman û daxwaza zelalkirina aqûbeta wê kir. Rayedaran hîn derbarê sedema girtina Nahîd û ciyê ku lê hatiye ragirtin de daxuyaniyek fermî nedane.
Berê jî hatibû girtin
Nahîd Xadaco di 1’ê Gulana 2019’an de, di xwepêşandanek karkeran a li ber Parlamentoya Îranê bi mebesta Roja Karkerên Cîhanî hat lidarxistin de, hat girtin. Piştre şeş sal cezayê girtîgehê û 74 lêdanên qamçiyan lê hate birîn.
Nahîd Xadaco ku di Adara 2024’an de ji bo kişandina cezayê xwe ji nû ve hate girtin, di 16’ê Îlona 2025’an de ji Girtîgeha Karçak a li Veraminê hate berdan.
Windabûna Nahîd Xadaco ya nêzîkî salek piştî berdana wê, fikarên li ser ewlehiya parêzvanên mafên karkeran ên serbixwe li Îranê ji nû ve zêde kiriye. Sendîkaya Karkerên Azad ên Îranê ev nezelalî şermezar kir û daxwaza agahdarkirina tavilê li ser cihê Nahîd Xadaco kir.