Ji bo şermezarkirina 9’ê Cotmenê li Şengalê kon vekirin

Bo boneya salvegera komploya 9’ê Cotemhê, duh ciwan û jinên ciwan ên Şengalê çalakiya konvedanê dan destpêkirin. Di çalakiyê de daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

Şengal- Di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de bi komployeke navnetewî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15’ê Sibata sala 1999’an de dîl hat girtin, radestê dewleta Tirk hat kirin. Hemû gel 9’ê Cotmehê weke roja destpêkirina komployê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pênase dikin. Her wiha di 9’ê Cotmeha sala 2020’ de ji aliyê dewleta Iraq, Tirkye û PDK’ê ve peymanek li dijî xweseriya Şengalê ya ku bi fikir û ramana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin, hat îmzekirin. Gelê Şengalê ev peyman jî weke berdewamiya komployê pênase dike.

Di vê çerçoveyê de bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekitiya Ciwanên Şengalê duh çalakiya konvedanê dan destpêkirin. Çalakî wê 3 rojan berdewam bike û gelek kes biçin serdan bikin.

Çalakî li Bexçeya Serok Apo yê li geliyê Kêrsî hat lidarxsitin. Gelek wêne û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin û her wiha pirtûkên wî jî hetin pêşandan.

“Ciwan dê erka xwe ya şoreşgerî bi cih bînin”

Meclisa gel û jinan a gundê Digorê îro di serdana konê de daxwaza azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Li ser navê ciwanên Şengalê Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê Sara Botan bixêrhatina mêvanan kir û diyar kir ku weke ciwan wê bi erka xwe ya şoreşgerî rabin û wiha got: “Em Komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin. Ev komplo bi riya peymana 9’ê Cotmehê li ser civaka me ya Êzidî berdewam dike. Ewqas êrîş li ser civaka me tên kirin hemû ji ber ku me fikra Rêber Apo hilbijatiye pêk tên. Ev êrîş bi piştgiriya dewletan çêdibin û hemû dewlet destek didin.”

Her wiha endama Meclisa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ya gundê Digorê Rihan Hesen jî axivî û destxweşiya ciwanan kir û got: “Em destpêkê spasiya xwe ji Rêber Apo re dişînin ku îro em bi fikrên wî li ser lingên xwe ne. Weke civaka Êzidî lazim e em bê rawestan çalakiyên xwe berdwam bikin heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi dest bixin.”  

Dê heta 3 rojan kon vekirî bimîne

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê Berçem Şengal jî ji ajansa me re axivî û qala aramanca xwe ya çalakiyê kir û got: “Bi pêşengiya jinên ciwan em îro li vir amade ne. Me kon vedaye bi daxweza azadiya fizikî ya Rêber Apo. Em hemû di wê zanabûnê de ne ku ger serok azad nebe jin jî azad nabin. Wê gelek kes serdana konê bikin, em ê der barê serokatî de semîner bidin her wiha me pirtûkên Rêber Apo pêşan dane. Em weke jinên ciwan êrîşên li ser Şengalê ji tecrîda giran a li ser Rêber Apo cuda nagirin dest. Heya azadiya fizîkî ya rêberê me misoger nebe em ê her dem têbikoşîn.”

Çalakî dê 3 rojan bi serdana gelek sazî û dezgehên rêveberiya xweser a şengalê berdewam bibe.

Hêjayê gotinê ye ku îro di saet 2 yan de meşa dirêj a ciwanan heye wê li cihê konê çalakiyê bi dawî bibe.