“Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê divê têkoşîn bidome”
Jinên Minbicê salvegera dehemîn a destpêkirina Şoreşa Rojava ku bi navê Şoreşa Jinan tê nasîn pîroz kirin û diyar kirin ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşê teqez divê têkoşîn were berdewamkirin.

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM
Minbic - Tevî gefên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî bajarê Minbicê, jinên Minbicê bi dirûşma “Di salvegera dehemîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê de em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeya demokratîk ava bikin" salvegera dehemîn a destpêkirina şoreşa Rojava ku bi navê Şoreşa Jinan tê nasîn pîroz kirin û teqez kirin ku divê têkoşîn were berdewamkirin.
Di pîrozbahiyê de li ser navê Rêveberiya Sivîl û Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê, Hevseroka Meclisa Zagonsaz Sîham Hemo wiha got: "Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku ji keleha berxwedanê bajarê Kobanê dest pê kir û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girt nava xwe, berhema hevgirtina hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Ev şoreş wek Şoreşa Jinan tê naskirin ji ber ku jinan di hemû qadan û astan de rola xwe lîstine û ev yek jî bûye sedema serkeftina şoreşê."
“Jinên bajarê Minbicê dê têkoşîna ku keda şehîdan gihîştiye vê astê biparêzin”
Berdevka fermî ya Kombûna Jinên Zenûbiya Nisrîn El-Elî jî wiha got: "Em rola pêşeng û fedakariya Yekîneyên Parastina Jin, ji bo parastina xak û gelê xwe, ronîkirina nasnameya jinên azad, berxwedana lehengiyê ya ji bo tunekirina çeteyan û parastina destkeftiyên şoreşê yên bi xwîna şehîdên me bi dest xistine, hêja dibînin. Weke jinên bajarê Minbicê bi hemû pêkhateyên wê, em ê bi têkoşîn û berxwedanê destkeftiyên şehîdên xwe bidomînin, em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin, têkoşîna xwe xurtir û geş bikin, em ê nirx û mîrateya jinên têkoşer biparêzin, em soz didin ku em ê vê mîrateya dîrokî biparêzin û veguherînin serdema azadiyê."
“Şoreşa Rojava di warê siyasî de gelek guherandin bi xwe re anî”
Endamê Komîteya Serkirdetiya Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyeyê Medîha Cima got ku Şoreşa Rojava di asta siyasî de gelek tişt guherandiye, bi saya fedakariya bi hezaran şehîdên ku ji bo têkbirina çeteyan canê xwe feda kirin û bi fedakariya wan hemû pêkhateyan mafên xwe bi dest xistin û wiha axaftina berdewam kir: "Ev şoreş bingeha ku em li ser ava dikin e, destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin em ê biparêzin, li dijî hemû aliyên ku hewl didin destkeftiyên şoreşê têk bibin, em ê li ber xwe bidin."
“Şoreşê rê li ber hemû pêkhateyan vekir ku çanda pêkhateyên din nas bikin”
Endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hind Daxistanî jî diyar kir ku şoreşa 19’ê Tîrmehê bi beşdariya hemû pêkhateyan serkeftina xwe ya mezin bi dest xistiye û wiha axivî: “Şoreşê rê li ber hemû pêkhateyan vekir ku çanda pêkhateyên din nas bikin, bizanibin ku ev şoreş bûye şoreşa çandê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di nava vê şoreşê de şoreşeke mezin derket holê, bi navê Şoreşa Jinê tê naskirin ji ber ku jinan di hemû qadan de xebat kir û di qada siyasî û leşkerî de bûn pêşeng."
Rêvebera Kombûna Jinên Zenûbiya Fadiya Resûl anî ziman ku şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa jinên azad e û wiha pê de çû: "Vê şoreşê rê li ber jinan vekiriye ku tevli hemû saziyan bibin. Ji bo parastina vê şoreşa ku bi berdêlên mezin pêk hatiye em ê li ber xwe bidin û her dagirkeriya ku bixwaze şoreşa me têk bibe em ê têk bibin. Ev şoreş wê her dem bibe şoreşa jinên azad. Em ê weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hemû berxwedan û îradeya xwe parastina xak û herêmên xwe bikin."