‘Ji bo parastin û pêşxistina ziman têkoşîna domdar û gavên cidî pêwîst in’
Zanîngeha Rojava li ser rewş û astengiyên li pêşiya pêşketina zimanê Kurdî her wiha perspektîfên pêşeroja zimanê Kurdî komxebatek li dar xist.
Qamişlo – Ji bo nîqaşên li ser rewşa zimanê Kurdî li Sûriyeyê di qonaxa nû de, Zanîngeha Rojava komxebateke bi sernavê “Zimanê Kurdî li Sûriyeyê di pêvajoya nû de: Rastî, astengî û asoyên siberojê” li dar xist. Ev Komxebat li Zanîngeha Rojava ya li Taxa Hilêliyê û bi beşdariya mamoste û xwendekarên Zanîngeha Rojava hat lidarxistin.
Komxebatê bi xwendina helbestek ji aliyê helbestvan Gulîzer Swêd ve destpê kir.
Berpirsyara Beşa Wêjeya Kurdî Merwa Îlyas, di komxebatê de bal kişand ser qedexekirin û sînordarkirina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî û wiha got: “Em weke gelê Kurd, bi salan di bin desthilatdariya dewletên cuda de ji mafê xwendin û perwerdeya bi zimanê xwe bêpar mane. Lê belê bi saya Şoreşa Rojava û berxwedana gelê Kurd, em dikaribûn bigihîjin mafên xwe yên axaftin, xwendin û perwerdeya bi zimanê Kurdî. Di rastiyê de, di nava Şoreşa Rojava de tenê şoreşek civakî û siyasî pêk nehat, şoreşeke zimanî jî dest pê kir, ew şoreş bû bingehek ji bo parastin, pêşxistin û vegerandina zimanê Kurdî li cihê xwe yê di jiyana civakê de.”
‘Ji bo mafên zimanî yê gelê Kurd pêwîstî bi xebat û têkoşîneke berdewam heye’
Serokê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Kemal Necim jî girîngiya xebat û têkoşîna ji bo zimanê Kurdî destnîşan kir û wiha pê de çû: “Îro zimanê Kurdî rojeva gelê Kurd e. Di van 15 salên dawî de, gavên girîng ji bo parastin û pêşxistina statûya zimanê Kurdî hatine avêtin. Rast e rewşa zimanê Kurdî li gorî berê baştir bûye lê ev gav hê jî têr nakin û ji bo misogerkirina mafên zimanî yên gelê Kurd pêdivî bi xebat û têkoşîneke berdewam û mezintir heye.”
Mamosteyê Beşa Wêjeya Kurdî Beşîr Mele jî li ser girîngiya xebatên pratîkî ji bo pêşxistin û geşepêdana zimanê Kurdî rawestiya û wiha anî ziman: “Pêwîst e em tenê li benda derxistina yasayê nemînin ku zimanê Kurdî bê naskirin. Pêwîste bi rêbaz û hêmanên cuda ji bo pêşxistin û belavkirina zimanê xwe bixebitin. Her wiha pêwîst e perwerdeya pirzimanî were pêşxistin û saziyek zanistî ya taybet ji bo zimanê Kurdî bê damezirandin.”
‘Berxwedana gelê Kurd a ji bo parastin û misogerkirina zimanê Kurdî pîroz be’
Di riya Onlînê de jî pisporê karûbarên cîhanî, akademîsyen, zimanzan û rojnamevan Robîn Reşvan bal kişand ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayîkê û pêwîstiya xurtkirina têkoşîna ji bo misogerkirina mafên zimanî yên gelê Kurd û wiha got: “Berxwedana gelê Kurd ji bo parastin û misogerkirina zimanê Kurdî pîroz be. Bêguman ziman bingeha hebûn, nasname û berdewamiya netewî ye. Eger netewek nikaribe bi zimanê dayîka xwe perwerde bibe wê hebûn û pêşeroja wê netewê bi xeterê re rûbirû bimîne. Ji ber vê yekê, pêwîst e têkoşîna ji bo misogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî bêhtir were xurtkirin û bi gavên cidî û berdewam were meşandin.”