Ji bo mezinkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê banga hevpar

Ji Kampanya RiseUp4Rojava, Komîna Enternasyonalîst a Rojava û Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst ji bo parastin û mezinkirina Şoreşa Rojava ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga hevpar.

 
Navenda Nûçeyan - Kampanya RiseUp4Rojava, Komîna Enternasyonalîst a Rojava û Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst ji bo 9’emîn salvegera 19'ê Tîrmehê Şoreşa Rojava daxuyaniyeke hevar dan. Di daxuyaniyê de ji bo êrîşên dewleta tirk ên li ser Kurdistanê ev tişt hatin gotin: “Çawa ku em 2014‘an dema Kobanê, 2018 dema Efrînê û 2019‘an di dema Serêkaniyê de derketin kolanan, îro jî divê em li kêleka gerîla cih bigirin û li hemberî faşîzmê li herderê têkoşîna xwe bilind bikin.''
Daxuyaniya hevpar a Kampanya RiseUp4Rojava, Komîna Enternasyonalîst a Rojava, Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst bi giştî wiha ye: "Piştgiriyê bidin berxwedana gerîla û rojavayê Kurdistanê. Di 19‘ê Tîrmeha 2012‘î de gelê Kobanê qedera xwe kir dest xwe û leşker û rêveberên rêjîmê û Esad ji xaka xwe qewitandin. Bi vî awayî gel dest bi avakirina xwerêveberiyê kir. Roja piştî vê, di 20‘ê Tîrmehê de gelê Efrînê jî bi heman rengî gav avêt û mehên li pey wê gelê Cizîrê jî gav bi gav herêmên xwe rizgar kirin. Di ser vê demê re 9 sal derbas bûn. Di van 9 salan de Rojava bi gelek êrîşên dijwar re rû bi rû ma û îro jî ev gef li ser heye. Êrîşên cûr bi cûr ên fizîkî-leşkerî, aborî, îdeolojîk-çandî, civakî û dîplomatîk-politîk di zik hev de pêk tên.
Rojava û Tevgera Azadiyê li çar perçeyên Kurdistanê di nava van şert û mercên zor ên van 9 salên dawî de mîna mertalek li beramberî faşîzmê xwe îspat kirin. DAÎŞ bi awayekî serkeftî hat têkbirin û xeta serbixwe ya gel, ku nabe tarafdarê hêzekê dîtir ê herêmî û navneteweyî, hatiye parastin. Ji ber vê Rojava têkoşîneke ji bo me hemûyan e û nîşana hêviyê ye. Îspat û semboleke ku di sedsala 21‘êmîn de gelên bindest hîn jî dikarin qedera xwe bi destê xwe bixin û dîroka xwe ya rizgariyê bi xwe binivîsin.”
“Di nava şoreşê de cîh ji her kesî re heye”
Di daxuyaniyê de hat zanîn ku Rojava weke şoreşa avakirina jiyanek azad xwe daye rûnişkandin û wiha dom kir: “Di vê şoreşa sosyalîst a sedsala 21‘ê de cih ji her kesî re heye. Îro li vir, cihekê ku bi sedan salan ji aliyê mêtingeriyê, netewperestî û nîjadperestiyê ve hatiye talankirin û fetisandin, Kurd, Ereb, Ermen, Aşurî, Suryanî, Misilman û Xiristyan bi hev re dijîn û hewl didin cîhana xwe ji nû ve ava bikin. Rojava şoreşek ji bo me hemûyan e, rê li pêşiya me nîşan vedike ji bo azadiya jin, hilberandina ekolojîk û demokrasiyekê ji xwe bawer. Rojava îspata wê ye ku kapîtalîzm ''dawiya dîrokê“ nîne, lê em dîrokê bi xwe dinivîsin û em dikarin ji kapîtalîzmê bibihûrin. Ruxmê ku ji aliyê erdnîgariyê ve piçûk xuya  bike jî Rojava û şoreşa Kurdistanê di bin zext û xeteriyên ciddî de ye. Çima? Ji ber ku ya heyî lêpirsîn dike û alternatîfan diafirîne. Yên faşîst û emperyalîst jê ditirsin, ji ber ku ji hebûn û desthilatdariya wan re xeteri ye. Ji ber vê jî çi ji destê wan tê dikin ku mîsogeriya şoreşê, PKK û gerîla, tune bikin. Êrîşa ji aliyê dewleta Tirk a faşîst li ser çiyayên rizgarkirî yên Herêmên Parastina Medya êrîşeke li ser tevahî destkeftiyên şoreşê ye. Çawa ku Rojava di eniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de berdewam tê parastin, îro bi taybetî li Metîna, Zap û Avaşînê jî tê parastin.
Serkeftina li hemberî faşîzmê ne dûr e. Ev serkeftin îro û niha mumkin e, heger em fêm bikin ku ti ferq û cudahî di navbera gerîla û Rojava de nîne. Em ê bibînin ku her êrîşekê li ser gerîla di heman demê de êrîşekê li ser Rojava ye. Gerîla, gelê Bakur, Başur û Rojavayê Kurdistanê li ber xwe didin. Ev berxwedaneke li hemberî faşîzm û mêtingeri ye, berxwedanekê ji bo serxwebûn û jiyanekê azad û bi rûmet e. Li gorî vê divê em jî îro şoreşê di qada navneteweyî de biparêzin. Çawa ku em 2014‘an dema Kobanê, 2018 dema Efrînê û 2019‘an dema Serêkaniyê de derketin kolanan, îro jî divê em li kêleka gerîla cih bigirin û li hemberî faşîzmê li herderê deng û têkoşîna xwe bilind bikin.
Di salvegera 9‘êmîn a Şoreşa Rojava de bi rihê berxwedana gerîla li Metîna, Zap û Avaşînê em bang li we dikin saziyên dewleta tirk û alîkarên wê yên dagirker bidin sekinandin. Çalakiyên afrîner bikin."