“Ji bo jinên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin divê xebat bên meşandin”

NADA’yê bi boneya salvegera jenosîda 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê pêk hat daxuyaniyek da bal kişand ser tifaqa jinan û xwest ji bo dîtina jinên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin xebatên navneteweyî bên meşandin.

Navenda Nûçeyan - Yekitiya Jinên Demokratîk a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) têkildarî êrîş û qirkirina çeteyên DAIŞ’ê ya ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de li qada pîroz a Êzidiyan li Şengalê pêk hat, duh daxuyaniyeke nivîskî weşand. NADA’ya di daxuyaniya xwe ya ku bal kişand ser girîngiya tifaqa jinan, li dijî her cure ramanên paşverû banga ronîkirina yekitiya jinan kir.

“Divê ji bo jinên ku hatine revandin xebat bên meşandin”

NADA'yê diyar kir ku tiştên li Şengalê hatin jiyîn qirkirinek e û bi gotinên; "Hedefgirtina jinan, tunekirina vîna wan, desteserkirina azadiya wan hovîtiyeke mezin e" bi bîr xist ku ji bo aqûbeta jinên hatine revandin bê zanîn divê xebatên navneteweyî bên kirin û berpirsyar jî hesab bidin. NADA’yê destnîşan kir ku divê ne tenê DAIŞ hemû hêzên ku di bin navê DAIŞ’ê de êrîşî Şengalê kirine jî li pêşberî dîrokê hesab bidin.

"Hesapdayîn û darizandin pêk nehat"

NADA’yê bi gotinên; "Ev hesabdayîn û darizandin heta îro pêk nehat, hewldanên ji nû ve zindîbûna DAIŞ’ê û rexistinên mîna wî bi hemû leza xwe berdewam dikin. Em hê jî bi her cure zîhniyeta baviksalarî ya otorîter û felaketên ku ji wê çavkanî digrin re rû bi rû ne” bi bîr xist ku jinan ji Afgansitanê heta Yemenê, ji Fîlistînê heta Sahraya Rojava, ji Iraqê heta Sûriyeyê, heta Yemen û Lîbyayê hema bibêje li gelek welatan neçar dimînin bi pirsgirêka jiyan û azadiyê re rû bi rû jiyana xwe bidomînin.

“Divê cîhan van sê jinên şoreşger ji bîr neke”

NADA’yê bal kişand ser hedefgirtina jinên şervanên azadiyê jî hovîtiyeke mezin e, destnîşan kirin ku careke din qetilkirina jinên şoreşger û şerker ên fermandarên YPJ û QSD’ê şermezar dikin û têkoşîn û berxwedana jinên hatine qetilkirin ya li dijî DAIŞ’ê bi bîr xist. NADA'yê diyar kir ku divê dewletên cîhanê ji bîr nekin ku deyndarên van her sê jinên şoreşger in.

 “Divê berpirsyar bên darizandin”

NADA’yê diyar kir DAIŞ bi piştgiriyek bêsînor tê mezinkirin, destnîşan kir ku divê piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ’ê were dîtin. Di dawiya daxuyaniyê de bang kir ku divê berpirsyar bên dîtin, darizandin, lêpirsînkirin û bi taybetî Tirkiye û hemû hêzên ku di qirkirinê de cih girtine werin darizandin û jenosîda Şengalê bi fermî bê naskirin.