Ji bo derhênera girtî Sîbel Tekîn kampanya hat lidarxistin

Ji bo derhênera girtî Sîbel Tekîn, duh bi şev bi 120 vîdeoyên li ser medyaya dijîtal hatin weşandin azadiya derhêner hate xwestin.

Navenda Nûçeyan – Derhêner û akademîsyen Sîbel Tekîn a ku di 17’ê Kanûna 2022’an de li Enqereyê di serdegirtina mala wê de bi hinceta dîmenên dokumanterê ji bo sepana seata havînê hatibû binçavkirin û girtin. Duh bi şev di çarçoveya kampanyayê de ji bo derhêner û akademîsyen Sîbel Tekîn bi 120 vîdeoyên ku duh bi şev bi parvekirina #SibelYanımdadı li ser medyaya dîjîtal hatin weşandin, azadî hat xwestin.

Ji gelek welatên wekî Îngilîstan, Elmanya, Polonya, Awûstûrya û ji gelek beşên rojnamevan, akademîsyen, derhêner, muzîkjen û lîstikvanan kampanyayê piştgirî girt.