Instagram, wêneyê 3 jinên şoreşger ên Kurd rakir

Wêneyên ku Parlementera HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgit ji bo bi bîranîna 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatibûn qetilkirin parvekiribûn, ji aliyê Instagramê ve hatin rakitin.

Navenda Nûçeyan – Parlementera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyigit wêneyên sê jinên şoreşger ên pêşengên Tevgera Azadiya Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku di dîroka 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin parvekiribû.

Wêneyên ku di çalakiya bibîr anîna her sê jinên şoreşger de hatibûn kişandin û parvekirin ji aliyê platforma medya ya dîjîtal Instagramê ve bi gotina “xeter e” hat rakirin.