Ji bo bîranîna kesên ji bê aviyê jiyana xwe ji dest dan li Sinûnê av hat belavkirin

Di saetên sibê de li navenda Sînûnê ji bo bîranîna jin, zarok û kesên ku di çiya û deştên Şengalê de ji bêaviyê jiyana xwe ji dest dane av li welatiyan hat belavkirin. Di demjimêr 10’an de jî li Şengal û tevahî deverên ku Êzidî lê dijîn ji bo bîranîna şehîdên fermanê 5 deqe rêz hat girtin û bi merasimek peykerê qehremana fermana 74’an Dayê Gulê hat vekirin.

Şengal - Di Tebaxa 2014’an de belaya cîhanê çeteyên DAIŞ’ê weke ewrên reş û tarî li ser asîmanê Şengalê digeriyan. Li Bakurê Şengalê bi gotina Êzidiyan, Qibletê de tu dever nemabû ku DAIŞ neketiyê û her devera ku diketê, kuştin talan û wêranî lê dikir. Di vê êrîşa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê de bi hezaran mirov hatin qetilkirin, li bazaran hatin firotin, bi îşkenceyên cuda re rûbirû man, zarokên keç ên temenê wan biçûk kirin pêlîstoka bi dehan DAIŞ’iyan û hê jî li her devera cîhanê li ser keçên Êzidî kirîn û firotinê dikin. Di vê fermanê de herî zêde jin û zarokan êşên mezin kişandin. Li gel kesên ku hatin qeti kirin, revandin bi hezaran kes jî penaber bûn li welat û bajarên cuda cuda belav bûn.
Bi hezaran Êzidiyên ji fermanê sax mayî ji bo xwe rizgarkirinê berê xwe dan perestgehên xwe, çiyayên Şengalê. Gel ji bo xwe ji belaya DAIŞ’ê rizgar bike, bi agirê di dilê xwe de li riyan rizgarbûnê digeriyan û du pêtên agir di dilê wan de vêketibû. Yek ji wan pêtan êşa yên li pey xwe hiştibûn û ya din jî di wê kelegerma agirê meha Tebaxê de bi lingên xas birçî û tî xwegihandina çiyayan bû. Mixabin gelek kes negihîştin, zarok kal pîr jin ciwan tev li wan deşt û çiyayan ji birçîbûn û tînan jiyana xwe ji dest didan. 
Gelê Êzidî îro bi xemgînî û hêrseke mezin dikeve sala 8’emîn a fermanê di van salan de civaka Êzidî ji bo tola fermanê hilîne êş û janên xwe ji xwe re kir hêrs û kîn û ji bo siberojên bê ferman xwe bi rêxistin kir.
Ji bo şehîdên fermanê 5 deqe rêz girtin
Ji bo salvegera fermanê di saetên sibê de bi pêşengiya Ciwanên Êzidxanê li navenda Sînûnê ji bo bîranîna jin, zarok û kesên ku li çiya û deştên Şengalê ji bêaviyê jiyana xwe ji dest dabûn li navenda Sînûnê av li gel hat belavkirin. Di demjimêr 10’an de jî li Şengal û tevahî deverên ku Êzidî lê dijîn ji bo bîranîna şehîdên fermanê 5 deqe rêz hat girtin. Endamên Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê her wiha Şandeya ku ji Bakurê Kurdistanê û ya ji Başûrê Kurdistanê TJA û RJAK jî di merasimê de amade bûn. 
Peykera jina Êzidî ya qehreman
Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên fermanê bi merasimek peykerê Dayê Gulê hat vekirin. Dayê Gulê ji aliyê gel ve weke qehremana fermana 74’an tê zanîn ji ber di 3’ê Tebaxa 2014’an de dema 2-3 malbatên mezin dixwestin biçin çiya ji aliyê du DAIŞ’i yan ve tên astengkirin, di wê kêliyê de dayê Gulê bi çeka xwe wan herdu çeteyan dikuje. Ji bo wê qehremaniya Dayê Gulê ji aliyê gel ve peykerê wê hat çêkirin û îro jî bi merasimek li navçeya Sînunê ya girêdayî Şengalê hat vekirin.  
Ciwanan ji bo zarokên ku ji tîna mirin av belav kir 
Ciwana bi navê Neda der barê çalakiya xwe ya belavkirina avê de wiha got: “Ez ji Şengalê me îro em ji bo bîranîna fermanê amade bûnei me ciwanan îro av li gel belav kir ji ber ku beriya 7 salan di roja îro de ji têhna bi dehan zarokên me jin û mirovên temenê wan mezin ji jiyana xwe ji dest dan ji bo wê îro em jî avê li gelê xwe belav dikin.”
Zaroka bi navê Hejîn bi van gotinan qala belavkirina avê ya ku ji bo bîranîna zarokên di fermanê de ji tîna mirin dike: “Di fermanê de zarokan digotin dadê ka avê lê av tuenbû kesê av nedida wan û ew ji tîna dimriyan. Wê demê kesê nikaribû avê bida lê niha em avê didin ji bo xêra wan.”
Zaroka bi navê Hêrivan Şehet hestên xwe wiha anî ziman: “Di Fermanê de gelek kes mirin ji têhna min bi çavên xwe dîtin. Mezin jî dimiriyan lê zarok bêtir bûn. Em jî ji bo bîranîna wan zarokan avê belav dikin.”
“Dayika min du çete kuşt û dûre bi 27 guleyan ew jî şehîd ket”
Keça Dayê Gulê jî der barê girîngiya rojê û qehremaniya dayika xwe de wiha got: “Dayika min şehîda me tevan e. Di roja 3’yê meha Tebaxê de dema malbatê dixwest xwe bigihîjîne çiya 3 DAIŞ’î hatin xwestin malbatê tev bibin dayika min jî nehişt û bi çeka xwe du ji wan kuştin yek jî birîndar kir wan jî dayika min bi 27 guleyan şehîd xist. Ger îxanet nebûya ewqas kes şehîd nediketin. Em bi dayika xwe serbilind in. Îro timtalê wê jî çêkirin tevahî şehîdên fermanê hêjayê her tiştê bedew in.”