Ji bo azadiya Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meşên girseyî
Li Qamişlo, Tilemir û Şehbayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Bi hezaran kes derketin kolanan û daxwaza rakirina tecrîdê kirin.
Qamişlo- Gelê Kurd her dem bênavber û bêrawestan bi riya çalakiyan azadiya serokê xwe Abdullah Ocalan daxwaz dike û derdikeve kolanan. Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser wî her dem derdikevin kolanan. Di 11’ Kanûna 2021’ê de li bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şêniyên bajêr derketin kolanan û meşeke girseyî ji bo zadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar xistin. Meşê ji kolana Mûnîr El-Hebîb dest pê kir û li ber dergehê Neteweyên Yekbûyî (NY) li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestiya.
“Bi milyonan kes bi fikrên Rêber Apo ve hatine girêdan”
Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê Kongreya Star Emel Şemdîn axivî û got: “Serok apo piştgiriya hemû pêkhateyan kir û heqîqeta Hîlala Zêrîn a Rojhilata Navîn ji nû ve vejand. dewleta tirk êrîşî hereketa azadîxwaz dike û yên wekî Serok Apo hedef digre. Bi komployeke qirêj ew girtin ji bo tunekirina fikrên wî lê belê îro bi milyonan kes bi fikrên Rêber Apo ve hatine girêdan. Ji hemû milan ve me xwe bi rêxistin kir û bi taybetî di milê leşkerî de. Me hêza terorê ya hov şikand û me heqîqetek bi Hevrîn, Nalîn û Barînan derxist pêş. Heta roja îro ji aliyê dewleta tirk ve li herêmên dagirkirî kuştin, bombebarankirin, wêrankirin û çekên kîmyewî tên şuxulandin. Ev çil sal in dewleta tirk dixwaze me tune bike. Ji gelê me tê xwestin ku şiyar be û her dem em ê serbilind û serfiraz bin.”
“Neheqî û bihiqûqî li Rêber Apo tê kirin”
Şemsîxan Gulo dayika Şehîd Nûr El- Dîn got ku neheqî li hemberî Rêber Apo hatiye kirin û wiha pêde çû: “Ev zêdetirî 23 salan e ku Rêber Apo di zindanê de ye. Em ji welatên cîhanê re dibêjin ku neheqî û bêhiqûqî li dijî Serok Apo heye û ew jî bêdeng in. Tu carî edalet ji bo Kurdan nehetiya meşandin? Rêber Apo ji bo cîhanê gelek tişt kir, ji bo wê gere cîhan bêdeng nemîne û em wî azad bikin. Em wekî Kurd qebûl nakin û divê rêberê me azad bibe.”
“Her jinek dê bibe bombeyek li pêşiya dewleta tirk”
Rêveberiya Kongreya star a Taxa Hilêliyê Salîha Keleş bi van gotinan helwesta xwe diyar kir: “Em herikîn qadan ji bo azadiya Rêber Apo. Ev demeke dirêj e tu agahî ji Serokê me tune ye. Çi sûcê Rêber Apo ye ku dewleta tirk a gelan êrîş û tune dike wiha tecrîdê li ser wî giran dike? Dewleta tirk nahêle Rêber Apo azad bibe ji ber ku ji fikrên wî ditirse. Serok Apo rêberekî wisa ye ku ji bo tevahî cîjanê bang dike. Wekî jin em ê jî li qadan bimînin. Em ê îro dengê xwe û têkoşîna xwe bilind bikin heta azadiya Serok Apo. Bila dewletên navneteweyî bi erkên xwe rabin.”
Şêniyên Til Temirê 9’ê Kanûnê Roja Cîhanî ya Rêber Ocalan pîroz kirin
Li seranserî herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî cîhanê, bi meşên girseyî Roja Cîhanî ya Rêber Abdullah Ocalan, pîroz dikin. Bi heman armancê, îro şêniyên navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû neteweyên xwe meşeke girseyî li dar xistin. Meşa ku ji SMŞ'ê dest pê kir, li dawiya kolana Filistînê rawestiya. Di meşê de dirûşmên ku azadiyê ji Rêber Ocalan re dixwestin bi tilîliyan hatin berzkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê pekrewanên azadiyê, bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ridwan Xelef axivî û ev yek anî ziman: "Rêber Abdullah Ocalan îro ne bi tenê ye, bi milyonan mirov û netew li pey wî ne. Êdî dem dema azadiyê ye divê ku her kes li Kurdistanê û derveyî cîhanê rabe ser piyan û vê tecrîda girankirî li ser Rêber Ocalan şermezar bike. Îro bi hezaran dostên Kurdan hene. Wê projeya Neteweya Demokratîk li tevahî Rojhilata Navîn bi ser bikeve û guhertinê çêbike. Divê ku her kes li ku derê dibe bila bibe, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo derbikevin qadan. Hemû şervanên ku di çeperên şer de ne, kesên bi pênûsa xwe û gel tevahî ji bo pêşxistin û parastina şoreşê gavan biavêjin."
Meş bi diruşmên ku azadiyê ji Rêber Ocalan re dixwazin, bi dawî bû.
Ji bo azadiya Rêber Apo ciwanên Şoreşger meşiyan
Tevgera Ciwanên Şoreşger û jinên Ciwan ên herêma Efrîn Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî nederbaskirina parêzer û malbatê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma "Ji bo azadiya Rêber Apo werin cenga azadiyê" meş li dar xistin. Meş ji destpêka gundê Tilqirah ê navçeya Ehdasa kantona Şehbayê heya Meclisa Malbatên Şehîdan a li gund berdewam kir. Di meşê de Jinên Ciwan û Ciwanên şoreşger amade bûn. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên jinên Ciwan û ciwanên şoreşger hatibûn hildan. Piştî degeyeke rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê daxuyanî ji aliyê xwendekara bi navê Roliyan Dewod ve hat xwendin.
Di destpêkê daxuyaniyê de Roliyan bal kişand ser girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Der heqê Rêber Apo de ev bû demek e dirêj tecrîdeke girankirî pêk tê û hevdîtin bi Rêberê me re nayên kirin. Dewleta tirk a dagirker li ser Rêberê me cezayê dîsîplînê biriye û nahêle ku hevdîtina malbat û parêzeran pê re pêk bê. Ev bû 2 sal agahiya me ji rêberê me tune ye, di dîroka rêgez û zagonên mirovahiyê de bêedaliyeteke wisa mezin tu caran pêk nehatiye ku li ser mirovan tecirîd, ceza, îşkence û kiryarên bêheq pêk werin. Rêber Apo li Girava Îmiraliyê ya ku weke cihek herî krîtîk ji tenduristiya mirovan re tê naskirin, ji sala 1999'an ve heya vê kêliyê li ber xwe dide û berxwedaniyeke dîrokî li hemberî sîstema modernîteya kapîtalîst a global û hêzên komploger pêk tîne, li hemberî vê yekê gel û ciwanên Kurd li seranserî cîhanê li dijî tecrîdê çalakî û mîtîngan pêk tînin ji bo azadiya Rêber. Ciwanên Kurd soza têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo dane û me weke şagirtên Rêber Apo erka azadiya Rêber Apo ji xwe re kiriye bingeh û tu kes nikare me ji vê riyê dûr bixe."
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bangewaziya me ji bo tevahî jinên ciwan û ciwanên şoreşger ew e ku bi ruhê seferber ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo derbikevin û her roj li qadan bin û bêedaletiyê red bikin. Roja 10'ê kanûnê roja mafên mirovan e, em jî weke ciwanên Efrînê ji bo xwedî derketina vê rojê her roj li qadan in û di nava çalakiyan de bin. Em weke ciwanên Rêber Apo ku ji tîrêja çav û mejiyê Rêbertiyê hêz û zanîn girtine, heqîqeta azadiyê nas kirine û mîrasa berxwedanê parastine ji hêzên komploger re diyar dikin û dibêjin: "Bê Serok jiyan nabe." Em ê bi wê dirûşmê bigihîjin serkeftinê û em ê heya dawiyê ji bo misogerkirina azadiya Rêber Apo li ber xwe bidin ew ji bo me xeta sor e."
Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Îmiraliyê" bi dawî bû.