Ji bo Aysel Tugluk serlêdanek nû

HDP’ê ji bo dabînkirina şert û mercên berdana nexweşa demansê Aysel Tugluk ya girtî, car din serlêdan kir.

Navenda Nûçeyan - Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û endama Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê Fatma Kurtulan, ji bo dabîn kirina şert û mercên berdana nexweşa demansê Aysel Tugluk ya girtî, serî li Saziya Venêrîna Giştî dan.

Dema di metna serlêdanê de agahiyên tenduristiyê yên Aysel Tugluk hatin bi rêzkirin, raporên der barê siyasetmedar jî cih girtin. Di metna ku hat dest nîşan kirin rewşa tenduristiyê ya Aysel Tugluk gihiştiye asteke giran, hate gotin ku ji bo berdana Aysel Tugluk serlêdana Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hat kirin û îtîrazên herî dawî yên li Desteya Bilind a ATK’ê û Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê hatine kirin jî hêj bi encam nebûne.

“Mafê wê ya jiyanê tê binpêkirin”

Di heman demê di metna serlêdanê de hat diyar kirin ku Aysel Tugluk di Doza Kobanê de neçar hatiye hiştin ku parastina xwe bike û bal hat kişandin ku mafê jiyanê ya siyasetmedar hatiye binpêkirin.

Di berdewamiya metnê de wiha hat gotin:

“Rastiya ku di daxwazên ji bo berdana Aysel Tugluk a ji girtîgehê tu pêşketin çênebûye û girtina Tugluk a li girtîgehê neçariyek kiyarî û hiqûqî ye. Di raya giştî de tê zanîn ku girtiyên di rewşeke wekhev de yekser ji girtîgehê tên berdan. Tevî berdana kesên din ên bi Tugluk re di heman rewşa ne, girtina Tugluk li dijî prensîba wekheviyê ya destûra bingehîn e. Prensîba ku herkes li pêşberî hiqûqê wekhev e, bi ragirtina Aysel Tugluk a li girtîgehê re tê tune hesibandin.

“Dibe ku bûyerên telafiyên wê nebe bê jiyîn”

Mijareke din a ku divê neyê paşguh kirin jî ew e ku nexweşiya Aysel Tugluk di asteke ku nikarê bi tena serê xwe jiyana xwe ya di girtîgehê de bidomîne û asta jibîrkirina wê di asta ku mafê wê yê jiyanê ji holê rabike ye. Her tim metirsiya rûdana bûyerên ku nayên vegerandin mewcûd e."