Ji bo Aysel Tugluk bang: Bila Aysel Tugluk were berdan
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişand li ser rewşa girtiya nexweş Aysel Tugluk û banga berdana Aysel Tugluk kir.

Navenda Nûçeyan- Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê di çalakiya “Azadî ji girtiyên nexweş re” ku du hefteyan carekî li dar dixe de, vê hefte ji bo siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk hatin cem hev.
Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsyar Umît Dede, parlamenter Mûrat Çepnî, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniya li ber Boraya Îzmîrê bûn.
Endama Komîsyona Jinan a ÎHD’ê Ayşenûr Kîzaroglu di daxuyaniyê de diyar kir ku Saziya Tipa Edlî (ATK) ev demekî dirêje li gorî pîvanên bijîşktiyê yên gerdûnî tevnagere û bi bîr xist ku biryarên ku dermankirina girtiyên nexweş ên giran li girtîgehê bê domandin tên dayîn.
“Mafê wê yê tenduristiyê tê binpêkirin”
“Guh nade raporên nexweşxaneyên girêdayî Wezareta Tunduristiyê. Biryarên ku girtiyên nexweş dikarin li girtîgehan derman bibin, dide. Ji ber van biryaran jî mafên tenduristî û jiyanê tê binpêkirin. Nexweşa demansê Aysel Tugluk ji 28’ê kanûna 2016’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Kandira ya Kocaeliyê tê ragirtin. Mafê wê yê tenduristiyê tê binpêkirin. Li gel rapora berfireh a lijneyê jî ku dibêje Tugluk nikare di girtîgehê de bimîne, biisrar li gorî vê raporê tevnagerin. Tiştên ku Tugluk jiyayîn, birînên xedar di bîra wê de vekirine. Tevî ku Lijneya Tpi a Edlî ya Fakûlteya Kocaeliyê rapora ku nikare di girtîgehê de bimîne amade kiriye jî, ATK’ê raporeke dijberî vê amade kir. Ev sazî, bi kiryarên xwe yên derwijdanî, derzanistî û derhiqûqî ketiye rojevê.”
Banga azadiyê
Ayşenûr Kîzaroglu bang kir ku Aysel Tugluk di zûtirin demê de were berdan û wiha qedand: “Nexwe ji endamên neyînî dê kesên tevî biryara ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî bi vê biryarê nekirin berpirsyar bin.”