Navenda Nûçeyan – Hunermend Saba Kamali û Sahar Zakaria ji ber dîmena ku Roja Berxwedana Navnetewî Ya 25’ Mijdarê Tundiya Li Ser Jinê weşand bangî Dozgeriya Çand û Medyayê hatin kirin.
Hate zanîn ku hikûmeta Îranê bi hinceta amadekirina klîpeke bi dengê jinan û naveroka wê vîdyoyê dijî tundûtûjî û cihêkarî li dijî jinan 3 hunermend ku 2 hunermendên jin di nav wan de ne, gazî 3 hunermendan kiriye ku îfade bidin.
Hunermend Daniyal Moghadam li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku ji bo îfadeyê gazî wan kirine.




