Ji ajansa me re xelata taybet a juriyê hat dayîn
Xwediyên xelatên Pêşbirka 28’emîn Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter ên îsal diyar bûn. Ji nûçegihana ajansa me Medîne Mamedoglu re bi nûçeya ji keça Ayşe Tayurak a ku dibejê "Ne xwekuştin e, cînayet e" ji jinan re bang: Pişt vî tiştî bernedin! Layiqê xelata taybet a juriyê hat dîtin.

Stenbol- Zanayê Çapemeniya Azad Musa Anter (Apê Mûsa) 20’ê Îlona 1922’an piştî ku li Amedê ji hêla JÎTEM’ê ve hat qetilkirin, Xwediyên Xelatên Nûçegihaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad di qada nûçegihaniyê de tên dayîn, îsal jî diyar bû. Di Pêşbirka 28’an a Nûçegihaniyê ya Mûsa Anter û Çepemeniya Azad de ku rojnameya Yenî Yaşamê amade kiribû, di beşa “Nûçeyên Tirkî”, ”Nûçeyên Kurdî”, ”Fotograf”, ”Karîkatur” û ”Nûçegihaniya Jinê” de ya ku ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz hat lidarxistin. Serkeftiyên xelatên ku di pênc beşên cuda de hatine dayîn diyar bû. Xelat wê di merasîma ku dê di 20’ê Îlonê saet 18:00’an de li Navenda Çandê ya şaredariya Şîşlî ya Cemîl Candaş a Stenbolê bê lidarxistin, bidin xwediyên wan.
Xelata yekemîn ji Canan Coşkun re hat dayîn
Ji bo xelatên Pêşbirka 28’emîn Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter îsal herî zêde di beşa "Nûçeyên Tirkî" de serlêdan çebûn. Candan Yildiz, Faruk Eren, Fatîh Polat, Tuhrul Eryılmaz, Îbrahim Varli û HuseyÎn Aykol re ku di Juriyê "Beşa Nûçeyên Tirkiyeyê" cih digirtin, ji Canan Coşkun a xelata yekemîn hat dayîn; Ji Dîren Yurtsever û Gokay Başcan re Xelata Taybet a Juriyê dan. Canan Coşkun di beşa Nûçeyên Tirkî de bi nûçeya xwe ya şefê ewlehiya taybet ê bi navê Bîrol Yildirim, şeva 5’ê Hezîranê girê dide 6’ê Hezîranê li Qereqola Polîsan a Esenyurtê ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hat kuştin bi sernavê gotibû "Walîtî di tengasiya bêhn de mir': Xwîn ji guh û çavên wî hat " wergirt.
Yek ji wergirên Xelata Taybet a Juriyê nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yurtsever bû. Dîren Yurtsever ji ber nûçeya xwe ya bi sernavê "Fermandarê ku penaberan davêjê çeman " hêjayî xelatê hat dîtin. Nûçeyek din a hêjayî Xelata Taybet a Juriyê ya di beşa Nûçeyên Tirkiyeyê de, nûçeya Gokay Başcan a bi sernavê "Pisporên 'taybet' ên projeya hilweşandinê" ye. Di nûçeyê de, "Dadgehê komîteya şandeya pispor a di doza li dijî Kanal Stenbol de ku projeya kirê û talanê ye, tesbît kir. Gelek navên şandeyê jî di lîsteya '1071' kesên ku bi nêzîkatiya xwe ya bi hikûmetê re tên zanîn de bûn. Her wiha di lîsteyê de, akademîsyenên ku gotin 'ji siyanurê re erê' û xwendekar tehdît kirine jî heye." Gokay Başcan di rojnameya Bir Gun de wekî edîtor dixebite.
Beşa Nûçeyên Kurdî
Jûriya beşa Nûçeyên Kurdî ku di nav de Mehmet Alî Ertaş, Suna Tunç, Bêrîtan Zagros, Ramazan Olçen û Omer Tur jî hene, Nûçeya nûçegihanê Ajansa Mezoptamyayê (MA) Kadrî Esen a bi sernavê "Ji rûpelên dîrokê 2 stran û helbesteke der barê Kurdan de" di beşa Nûçeyên Kurdî de pileya yekemîn wergirt. Beşa Nûçeyên Kurdî Xelata Taybet a Juriyê de jî nûçeya xebatkara Jinnewsê Sema Çaglak a bi sernavê "Lutfiye Gokkan ji bo me hem rêber û mamoste û hem jî dayik bû" girt.
Ji ajansa me re Xelata Juriyê ya Taybet
Juriya Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz ku Ceren Sozerî, Gulşen Koçuk, Bîrcan Degîrmencî, Elîf Akgul û Nevîn Cerav pêk tê, xelata yekemîn; Nûçegihana ajansa me Oznur Deger ku bi awayekî berfireh behsa qedexeya mafê kurtajê yê jinan dike, nûçeya wê ya bi sernavê "Li Enqereyê ji 35 saziyên tenduristiyê tenê 7 jê kurtaj dikin" nirx girt. Xelata Taybet a Juriya Rojnamegeriya Jinê dan du rojnamegeran. Jurî ji bo bîranîna hemû jinên qetilkirî; Nûçegihana NuJinha Medîne Mamedoglu û nûçegihana ajansa me Derya Ren ji ber nûçeyên xwe yên ku eşkere dikin û balê dikşînin ser komkujiyên jinan ên li Tirkiyeyê ku gihîştine asta şîdeta zayendî ku bi "xwekuştin" ser qetilkirina jinan tê girtin hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hatin dîtin.
Beşa karîkatûr
Juriya karîkatur, ku Imam Cîcî, Sefer Selvî, Ender Ozkahraman û Aslî Alpar ji tê de cih girtibûn, xelata yekemîn di navbera her du berheman de hat parvekirin. Musa Keklîk û Fahriye Çitakli xelata yekemîn girtin. Sait Munzur Xelata Taybet a Juriya Karîkatûran wergirt.
Xelata Rûmetê ji bo Emîne Şenyaşar
Di Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemenîyê yên Rojnamegerîyê de Xelata Rûmetê ji hat dayîn. Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wê Celal û Adil Şenyaşar di encama êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê winda kir, bi têkoşîna xwe ya edaletê Xelata Rûmetê wergirt. Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar bi mehan e li ber Edliyeya Rihayê nobeda edaletê digrin.
Xelata Wêne nehat dayîn
Juriya Wênekêşiyê ku tê de Ramazan Ozturk, Ozcan Yaman, Alî Dagli, Refîk Tekîn û Çetîn Altun hebûn, biryar da ku îsal xebatek hêjayî xelatê tune ye.