Ji 300 nivîskar, hunermend û çalakavanan bang

Li Îranê ji ber hêceta çalakiyên ku berdewam dikin girtin, zext û êrîşên rejîma Îranê li beramberî xwepêşanderan berdewam dike. Li dijî van girtin, zext û êrîşan 300 nivîskarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek hevbeş dan.

Navenda Nûçeyan – Nivîskarên Îranê bi daxuyaniyek hevbeş bertek nîşanî zextên rejîma Îranê dan û diyarkirin ku ev bi salane ji bo rojnamevanan welatê herî bi taluke Îranê, piştî qetilkirina Jîna Emînî serhildanên ku destpê kirin dikin hêcet û zextên xwe zêde kirine. 300 nivîskaran, rewşenbîr û çalakvanên sivîl yên Îran û Rojhilat peyama piştgiriyê da ew rojnemvanên jin yên ku hatine girtin û daxuyaniyek hevbeş hate weşandin, di metna daxuyaniyê de ku hat gotin, “ Serlêdana siyaseta kolmên hesin, tenê rêyek ya têkbirina bayê ye’ daxwaz hat kirin ku demildest rojnamegerên girtî bên berdan.

Di daxuyaniya hevbeş de bi bi hat xistin ku rojnamevan Nazila Marufiyan ku ji ber bi bavê Jîna Emînî re roportaj kiribû hate girtin û daxwaz kirin ku di destpêkê de Nazila Marufiyan hemû rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr û çalakvanên girtî werin berdan.

‘Hêrsa gel wê zede bibe’

Nivîskarên Îran û Rojhilat di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku bila demildest dawî li girtina Rewşenbîr, nivîskar û rojamevanan binîn û wiha hate gotin; “Di van rojên dawî de, em dibin şahidê xizaniya gel, xizaniya sîstematik û yasayên li dijî jinan û ew xwepêşanderên ku li mafê xwe digerim. Di bin navê polîtakayên emnî de pêla girtinên ne qanunî û keyfî li beramberî hemû ev çalakiyên azadiyê gefek li pêşberî me ye. Ev cûrên girtinan di nava civakê de dibe sedemê girtina mejî û bertekan. Her çendî hemû rejîmên paşverû vê dizanin ji bo civakê bitepisînin destpêkê rojnamevan, nivîskar û kesayetên civakê ronî dikin, dikin hedef. Ji bo civaka sivîl bitepisînin, qetilkirin û civakê vegerandina qadek mezin ya şer, wê tenê hêrsa civakê zêde bike.”

‘Sucdarkirinan bixin’

Di metna ku tê de hat gotin “Em yên ku me ev nameye îmza kirî, em dixwazin demildest hemû girtî werin berdan, ew sucên ku tu eleqa xwe bi wan re neyî yên li ser rojnamevan û rewşenbîran dimildest bila were xistin.” bang li raya giştî kirin ku li dijî krîmanîlîzekirina xebatên rojnamegeriyê hestiyar bin.