Ji 133 saziyan ji bo Saliha Aydenîz bang: Dengê redê bi kar bînin

Bi pêşengtiya OHD û Komeleya Jinan a Rosayê, 133 saziyan li dijî hewldana rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, bang li parlamenteran kir ku dengê redê bi kar bînin.

Navenda Nûçeyan - Bi pêşengtiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Jinan a Rosayê, 113 saziyên rêxistinên civaka sivîl, komele, platform, nûnerên partiyên siyasî di 20’ê mehê de kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de heta niha di serî de Partiya Gel a Komarê (CHP) bang li gelek partiyên muxalîf hate kirin û hat gotin ku divê parlamenter xwedî li normên demokratîk derkevin, li peywira xwe rabin û di hilbijartina TBMM’ê de dengê redê bi kar bînin.