Hunermendên Tûnisê li hemberî kuştinên jinan kampanya dan despêkirin
Rifqa El-Şarinî ya ji aliyê hevjînê wê yê peyîwirdarê ewlehiyêbû ve hat qetilkirin li welat bû sedema rabûna jinan. Ji her qadê jinan dengê xwe bilind kirin û kampanyeya ji aliyê jinên hunermend ve hatî despêkirin li parêzgeha Kaf a bakurê rojavayê Tûnisê, berdewam dike.

Rifqa El-Şarinî ya ji aliyê hevjînê wê yê peyîwirdarê ewlehiyêbû ve hat qetilkirin li welat bû sedema rabûna jinan. Ji her qadê jinan dengê xwe bilind kirin û kampanyeya ji aliyê jinên hunermend ve hatî despêkirin li parêzgeha Kaf a bakurê rojavayê Tûnisê, berdewam dike.
ZİHÛR EL-MEŞREQÎ
Tûnis – Hate eşkere kirin ku dema Rifqa El-Şarnî li navenda polîsan giliyê hevjînê xwe yê şidet lê dikir kirî, guh nedanê ji ber mêrê polîs ê li wê peyîwirdar û guhdariya Rifqa kirî hevalê hevjînê wê bûye ji bo wê pir ji xwe re nekiriye derd. Ev jî dibe sedem ku jinên Tûnisê bi xetereyek cidî re ru bi ru bên hiştin.
Jinên Tûnisê li hemberî vê bûyerê rabûn û xwepêşandan kirin, ji jinên parêzer heta hunermandan nerazîbûnên xwe nîşandan. Kampanyayek berfireh bi navê "Rifqa El-Şarinî ne jina yekeme ku tê kuştin û ne jî ya dawî ye" ji 10'ê Gulanê ve ji hêla hunermendên Tûnisê ve li ser malperên medyaya civakî hatiye destpê kirin.
“Jinên Tûnisê bi şîdetê têne kuştin”
Lîstikvana bi navê Suhêr Bin Emara li ser mijarê wiha got: "Şîdeta ku jinên welatê min dike hedef bidin sekinandin. Em rastî xetereke mezin tên. Qanûnan bicîh bînin. Jinên Tûnisê bi şîdetê têne kuştin."
“Îro Rifqa bû, sipê tu ye”
Lîstikvana bi navê Sewsen Mualic jî li ser rûpela xwe ya İnstagramê wêneyek ku pankartek li ser wiha hatiye nivîsandin 'Îro Rifqa bû, sipê tu ye, Rifqa ji ber zîhniyeta we ya kujer hate kuştin' hildigirt, belav kir."
Her wiha lîskvana bi navê Bîka pankartek ku li ser wiha hatibû nivîsandin "Sebir bike, ew hevjînê te ye, dozê lê neke, jin berdan şerm e….." hildabû.
Aktîvîsta femînîst Raniya El-Emûdî jî hêrsa xwe li hember berdewamkirina armancgirtina jinan li welatê xwe anî ziman û bang kir ku sûcdar bi tundî were ceza kirin û tekez kir ku eger rayedar bêdeng bimînin, rewş dê karesatekê pêşbînî bike. Her wiha pêşengên malperên tora civakî heştagek bi sernavê "Em hemû Rifqa El-Şarinî ne" hamleyek dan destpê kirin.