Hunermenda Iraqî di 79 saliya xwe de koça dawî kir
Piştî kariyerek hunerî ya zêdetirî 60 salan, lîstikvana Iraqî Selîme Hidir di 79 saliya xwe de koça dawî kir.

Navenda Nûçeyan – Selîme Hidir rêwîtiya xwe ya hunerî di dawiya salên 1950’an de li Besrayê dest pê kir û di gelek berhemên fîlm, şano û televîzyonê de rol girt.
Sendîka Hunermendên Iraqê ragihand ku lîstikvan û hunermenda Iraqî Selîme Hidir piştî şerekî dirêj bi nexweşiyê re di 79 saliya xwe de koça dawî kir.
Selîme Hidir li Besra ya Iraqê ji dayik bû û xwişka stranbêj Amel Hidir bû. Wê di dawiya salên 1950’an de bi koma "Hestxweşên Hunerê" dest bi kariyera xwe ya hunerî kir û paşê bû kesayetek pêşeng di şano û televîzyona Iraqê de. Selîme Hidir beşdarî gelek projeyên dramatîk bû ku şopek kûr li ser temaşevanan hiştine. Fîlmên wê yên girîng "Ezmûn" û "Agirê Qehremanan" û rêzefîlmên wê yên TV’yê "Ev Evîn" û "Mala Mezin" hene.
Bi koça dawî ya Selîme Hidir re, qada hunerî ya Iraqê hunermendek navdar winda kir ku di seranserê kariyera xwe ya zêdetirî şêst de şopek girîng li pey xwe hişt.