Hunermend Demet Evgar: 8'ê Adara îsal dê bibe ya xwişkîtiyê

Hunermend Demet Evgar, li ser hesabê xwe yê twîtterê peyama 8'ê Adarê weşand û wiha got: "8'ê Adara îsal 8'ê Adara hevgirtin, pêçandina birînan, başbûna bi hev re û ya xwişktiyê ye."

Navenda Nûçeyan – Hunermend Demet Evgar bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li ser hesabê xwe yê twîtterê peyamek weşand. Demet Evgar diyar kir ku tevî 30 roj di ser erdhejê re derbas bûne jî birînên ku ji ber erdhejê vebûne dê bi salan neyên pêçandin û baş nebin.

Demet Evgar di berdewamiya peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Li welatê me bi milyonan jin û zarokên keç bi malbatên xwe re di nava kavilên erdhejê de dijîn. Ji ber vê yekê 8'ê Adara îsal 8'ê Adara hevgirtin, pêçandina birînan, bi hev re başbûn û ya xwişktiyê ye. Gelek tiştên ku madî an manewî, mezin an piçûk em hemû dikarin bikin hene. Ya girîng ew e ku em ji bîr nekin, nedin jibîrkirin û bi destên hev bigrin û nehêlin. Em bi qasî ku birînên xwe bipêçin û rûyê xwe dubare bidin kenandin pir in. Tişta ku hinek be jî me baş dike ew e ku em ne bi tenê ne, em bibin dengê hev, çav û guhên hev, ronahiya hev û bibin rêwiyên vê riya dirêj ku em ê bi yekitî û hevgirtinê bimeşin. Em hev hembêz bikin, bi hezkirin…”

Demet Evgar di 7'ê Adara 2022'an de bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pankartek bi nivîsa "Ez jin im" amade kiribû û li ber deriyê metroyê daliqandibû. Lîstikvana ku bang li welatiyên li ber parkartê kombûn kiribû, wiha gotibû: "Ez jin im, wekhevî mafê min e. Ez jin im, naxwazim werim qetilkirin.”