FEDA û DAKB: Tundiya li dijî jinan encama pergaleke plankirî ye

Yekîtiya Demokratîk a Elewiyan (FEDA) û Yekîtiya Jinên Demokratîk a Elewiyan (DAKB) piştrast kirin ku rayedarên Tirkiyeyê pergalek sîstematîk a tundî û windabûnên li dijî jinan ava kirin û diyar kirin ku ew ê li beramber tariyê bêdeng nemînin.

Navenda Nûçeyan – Diyardeya kuştina jinan li Tirkiyeyê krîzeke kûr a civakî û zagonî nîşan dide. Raporên dawî nîşan didin ku tevî xwepêşandanan û zextên mafên mirovan her sal bi sedan tên kuştin.

‘Tundiya li dijî jinan encama pergaleke plankirî û berdewam in’

Yekîtiya Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewiyên Demokratîk (DAKB) daxuyaniyek hevbeş dan û diyar kirin ku tundî û windakirinên li Tirkiyeyê li dijî jinan çêdibin, ne bûyerên ji rêzê ne. Saziyan tekez kirin ku ev, encama pergalek plankirî û berdewam in.

‘Tunekirina delîlan û veşartina rastiyê bûne mijarên sîstematîk’

Daxuyaniyê rave kir ku sîstema bêdengiyê li ser astên cuda yên saziyên dewletê heye û diyar kir ku tunekirina îspat û delîlan, veşartina rastiyê û derengxistina edaletê, bûye mijareke sîstematîk. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku doza windabûna jina ciwan Gulistan Doku yek ji mînakên herî berbiçav ên vê rewşê ne.

‘Rastî ji me ne dûr e, lê ew hatiye veşartin’

Daxuyaniya her du rêxistinan destnîşan kir ku nedîtina Gulistan Doku 6 salan gumanên ku rastî bi zanebûn hatiye veşartin xurt dike, her wiha rastî di tariyê de hatiye hiştin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em dizanin ku rastî ji me ne dûr e, lê ew hatiye veşartin.”

‘Ji bo pêkanîna edaletê çi tê hêvîkirin?’

Daxuyaniyê tekez kir ku dozên wekî yên Rojîn Kabaîş, Ipek Er, Rabia Naz Vatan, Nadîra Kadîrova û  Yeldana Kerman hîn jî nehatine çareserkirin û ev dosya nîşan didin ku pirsgirêkek hevpar heye. Di daxuyaniyê de pirsa “Ji bo pêkanîna edaletê hûn li benda çi ne?” hat kirin.

Di daxuyaniya herdu rêxistinan de bang li rayedarên Tirkiyeyê hat kirin ku lêpirsînek zelal û bibandor bidin destpêkirin û wiha hat domandin: “Her wiha şert û mercên sûcan eşkere bikin ji ber mafê jiyanê yê jinê tê binpêkirin û bi salan e malbat di rewşa nezelaliyê de hatine hiştin.

‘Di riya me de cih ji bo bêdengiyê nîne’

Rêxistinên sivîl ên FEDA û DAKB ragihandin ku ew ê dev ji daxwaza xwe ya rastî û edaletê bernedin û wiha bidawî kirin: “Em ê li hember vê tariyê bêdeng nemînin. Ji ber ku di rêya me de cih ji bo bêdengiyê tune. Baweriya Elewiyan a ku di dilê Dêrsimê de lêdide vê yekê fêrî me dike: her jiyan wekhev e, her jiyan pîroz e û rastî zû an dereng dê derkeve holê.”