HTŞ’ê êriş bir ser xwepêşandêran
Li Banyas, Lazkiye, Cebleh û Humsê, xwepêşanderên aştiyane ku ji bo daxwaza federalîzm û mafan daketin kolanan, rastî êrîşê hatin ji aliyê yekîneyên girêdayî Tehrîr el-Şam (HTŞ) ên cîhadîst ve.
Navenda Nûçeyan – Îro li gelek bajarên Sûriyeyê, di nav de taxa El-Qusur li Banyasê, çerxerêya Ziraat li Laziqiyê, bajarê Cebleh û taxa Zehra li Humsê, xwepêşandanên aştiyane bi daxwaza federalîzmê û misogerkirina mafên sivîl û siyasî hatin lidarxistin. Ev xwepêşandan ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şam a cîhadîst ve rastî êrîşê hatin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li Lazkiyê, hêzên Ewlekariya Giştî yên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyê li dijî xwepêşanderên li çerxerêya Ziratê destwerdan kirine, li hin xwepêşanderan xistine û rê li ber rojnamevanan girtine ku bûyeran tomar bikin. Li Banyasê, hêzên piştgiriyê yên bi cilên ewlehiyê êrîşî ciwanên ku hewl didan bigihîjin qada xwepêşandanê kirin. Li taxa Zehra ya Humsê, êrîş û girtinên xwepêşanderan hatin dîtin; jin jî rastî tundûtûjiya fizîkî hatin da ku ew ji malên xwe dernekevin.
